BI DÎMEN

Fîlma ‘To My Sisters’ ku berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê vedibêje li Elmanyayê hat pêşandan

Belgefîlma derhêner Faek Falak “To My Sisters” li Elmanyayê hat pêşandan. Belgefîlma ku berxwedana şervanên jin ên Kurd li dijî DAÎŞ’ê û qirkirina li dijî gelê Êzidî bi jiyana sê jinan vedibêje bi pêşandana taybet derket pêşberî temaşevanan. 

Belgefîlma derhêner Faek Falak “To My Sisters (Ji xwişkên min re)” ji 23’ê Tîrmehê û pê ve li Elmanyayê hat pêşandan. Belgefîlma ku bi hevkariya saziyên Kurd û Êzidî yên li Elmanya hatiye kişandin, bi pêşandanên taybet li bajarên cûda tê pêşandan. 

Yek ji pêşandanan li Sînemaya Atelier Am Bollwerk a Stuttgartê pêk hat. Bi sedan kes beşdarî pêşandanê bûn.  Prof. Dr. Îlhan Kizilhan axaftina vekirinê kir.

Belgefîlm berxwedana Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ’ê û şopa qirkirina ku gelê Êzidî pê re rû bi rû maye bi jiyana sê jinên cuda vedibêje.

Di fîlm de têkoşîna jineke ciwan a Kurd ku li Sûriyeyê fermandariya yekîneyeke şervanên jin dike, şahidiya jineke Êzidî ya ku temenê zarokatiyê de ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatiye revandin û kolekirin û çîroka jineke Elman ku bi dilxwaza xwe ​​tevlî çeteyên DAÎŞ’ê bûye û encamên pê re rû bi rû maye vedibêje.

Belgefîlma ku pirsên li ser rizgariya jinan, xweparastin, îdeolojiyên tundrew û pêşeroja demokrasî û azadî ya li Ewropayê tîne rojevê. Belgefîlm bi beşdariya derhêner Faek Falak wê heta 1’ê Tebaxê li bajarên cûda yên Elmanyayê were pêşandan.