Endama Komeleya Mafên Mirovan û Demokrasiyê ya Navneteweyî (MAF-DAD) Rengîn Ergul, derbarê biryara DMME’ê ya sala 2014’an a li ser “Mafê Hîviyê” ya ji bo Rêber Apo ku 12 sal li ser re derbas bûne û pêvajoya li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî.
Rengîn Ergul, diyar kir ku tevî ku 11 sal in pêvajoya kontrolê berdewam dike jî, Tirkiyeyê tu guherîna qanûnî ya pêwîst nekiriye û dosya ji sala 2015’an vir ve her sal nagirin rojevê.
Rengîn Ergul, destnîşan kir ku diviyabû Komîteya Wezîran piştî bidawîbûna dema ku dabû Tirkiyeyê, di civîna Îlonê de dosyayên "Mafê Hîviyê" (Koma Gurban) ji nû ve binirxanda, lê ev dosya ne di rojeva civînê de û ne jî di bernameya salane de cih negirtine.
Rengîn Ergul, anî ziman ku ev rewş nîşan dide ku Komîteyê di pêkanîna rola xwe ya çavdêriyê de bi ser neketiye û îhtîmaleke kêm heye ku di demeke kurt de tedbîrên tundtir bên girtin an jî biryareke duyemîn a demkî were derxistin.
Rengîn Ergul, da zanîn ku ew ê di civînên Îlon û Kanûnê de ligel saziyên civakî yên sivîl ên Ewropayê agahdarkirinên nû pêşkêşî Komîteyê bikin da ku dosya dîsa bikeve rojevê.
Her wiha bal kişand ser wê yekê ku çareseriya bingehîn li TBMM’ê ye; divê astengiyên qanûnî yên li ser berdana bi merc bên rakirin û bang li raya giştî, saziyên sivîl û aktorên siyasî yên li Tirkiyeyê kir ku ji bo vê reformê têkoşîneke hevpar bimeşînin.