Li Mantovayê şahiya hevgirtina bi gelê Kurd re hat lidarxistin

Di çarçoveya festîvala kevneşopî ya li Mantova ya Îtalyayê tê lidarxistin de roja hevgirtina bi gelê Kurd re hat lidarxistin. Di şahiyê de li ser pêvajoya aştî û çareseriyê û modela Konfederalîzma Demokratîk a li Rojava axivîn.

Li bajarê Mantova ya Îtalyayê her sal ji hêla şaredarî û Komeleya Çandî ya Arci ve festîvala kevneşopî tê lidarxistin. Di çarçoveya festîval îsal de rojek ji hevgirtina bi gelê Kurd re nîşan didin û daxwaza azadiya Rêber Apo re hat veqetandin.

Şahiya ku bi sedan kes beşdarî bûn de standa agahdariyê hat danîn û civîna gel hat lidarxistin. Nûnerên Tora Hevgirtinê ya Gelê Kurd a Mantovayê, Komeleya Konfederalîzma Demokratîk, Tora Hevgirtinê ya Enternasyonalîst û şoreşgerên Îtalî yên enternasyonalîst ên ji Rojava beşdarî civînê bûn.

Di civînê de li ser geşedanên siyasî yên dawî, şerê li herêmê, pêvajoya aştî û çareseriyê axaftin hatin kirin û derbarê pergala Konfederalîzma Demokratîk a li Rojava agahî hatin parvekirin. Di beşa pirs û bersivan de, pirsên beşdaran hat bersivandin.

Şahî bi konsera koma muzîkê ya navdar a Îtalî Assalti Frontali berdewam kir.

Şev bi stranên li ser şoreşgerê enternasyonalîst ê Îtalî Lorenzo Orsetti (Tekoşer Piling) ku di 18’ê Adara 2019’an de tevlî Şoreşa Rojava bû û di şerê li dijî DAÎŞ’ê de şehîd bû hatin gotin bi dawî bû.