BI DÎMEN

Aydar ji Lozanê bang kir: Li ser înkara me aştiyeke mayînde nayê avakirin!

Kurdistaniyên ku di sala 103’yan a Peymana Lozanê de li bajarê Lozan ê Swîsreyê hatin ba hev, bal kişandin ser encamên peymanê li ser Kurdan û banga yekîtiya neteweyî kirin. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar got, "Li ser înkara me aştiyeke mayî

Peymana Lozanê ya bûyî sedema çar parçekirina Kurdistanê, di sala xwe ya 103’yan de ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve hate protestokirin. Bi banga Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li bajarê Lozan ê Swîsreyê bi sedan kes hatin ba hev û beşdarî çalakiya konê ya li ber Château d'Ouchy (Place du Vieux-Port) a ku peyman lê hatî îmzekirin, bûn. 

Bername ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqeyek rêzgirtinê û bi sirûda Ey Reqîp destpê kir.

Nûnerên partiyên siyasî yên ji her çar perçeyên Kurdistanê, akademîsyen, hunermend, nûnerên civaka sivîl û gelek Kurd û dostên wan beşdarî bernameya ku bi dirûşmeya "Rewş, Berpirsiyarî, Stratejiyeke Hevbeş" hat lidarxistin, bûn. Di bernameyê de bandora dîrokî ya Peymana Lozanê li ser gelê Kurd, lêgerîna yekîtiya neteweyî, stratejiyên têkoşîna hevpar û ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve pirsgirêka Kurd hatin nirxandin.

'BANDORÊN LOZANÊ BERDEWAM DIKIN, PÊDIVÎ BI STRATEJIYEKE HEVPAR HEYE'

Piştî axaftina vekirinê ya Hevserokê KNK'ê Ehmed Karamus û nirxandinên siyasetmedarên Swîsreyî, bi moderatoriya rojnamevan Gulistan Îke panelek hat lidarxistin. Di panelê de parlamenterê serdema 4’an a Parlamentoya Iraqê Blêse Cebar Ferman, lêkolîner û rojnamevan Meral Çîçek; pisporê hiqûqa navneteweyî Prof. Naîf Bezwan, zanyarê siyasî Dr. Azad Mihemedî û nivîskar û lêkolînerê Îslama siyasî Dr. Tariq Hemo wekî axaftvan beşdar bûn.

Axaftvanan li ser aliyên cuda yên encamên dîrokî yên kûrbûna statuyê û Peymana Lozanê li ser gelê Kurd kirine çar parçe axivîn. Her wiha di panelê de li ser rola têkoşîna rizgariya jinan a di avakirina pêşerojek demokratîk a neteweyî de nirxandin hatin kirin. Her wiha lêgerîna yekîtiya neteweyî, stratejiyên têkoşîna hevpar û ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve pirsgirêka Kurd hatin nirxandin. Axaftvanan banga berjewendiyên hevpar ên neteweyî û stratejiya hevpar kirin.

Piştî panelê, ji bo axaftina beşdaran kursiya gel hat danîn. Beşdarên ku ji her çar beşên Kurdistanê û dîasporayê hatibûn nêrînên xwe yên li ser encamên Peymana Lozanê, pêşketinên heyî û stratejiyên têkoşîna hevpar parve kirin.

ZUBEYÎR AYDAR: DI BINGEHA HEMÛ PIRSGRÊKAN DE LOZAN HEYE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar di Kursiya Gel de axivî û derbarê encamên Peymana Lozanê li ser gelê Kurd û pêşketinên siyasî yên heyî de nirxandin kir.

Aydar bi silavkirina beşdaran dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku Peymana Lozanê ya ku 103 sal berê hatî îmzekirin, encamên giran li ser gelê Kurd û Kurdistanê çêkiriye. Aydar anî ziman ku di bingeha pirsgirêkên ku Kurd îro pê re rû bi rû dimînin de ev peyman heye. Aydar destnîşan kir ku ji ber vê yekê ew her sal li Lozanê dicivin û got, "Kurd her sal li vê qadê dicivin û berteka xwe ya li hember Peymana Lozanê nîşan didin. Dibêjin ku êdî ev peyman temenê xwe temam kiriye û pêdivî bi verastkirineke nû ya li ser bingeha mafên gelê Kurd heye."

'ME LI ENIYÊN HEVPAR ŞER KIR LÊ LI LOZANÊ ÎXANET LI ME KIRIN'

Zubeyîr Aydar li ser rexneyên hin derdoran li Tirkiyeyê de ku dibêjin "Çima Kurd timî Lozanê tînin ziman?" rawestiya û diyar kir ku Lozan bi fermî wekî peymanek aştiyê tê nasîn, lê di aliyê Kurdan de "peymanek hilweşandin û înkarkirinê" ye.

Aydar wiha berdewam kir: “Kurd di Şerê Cîhanê yê Yekem de di nav artêşa Osmanî de li hemû eniyan şer kirin û dîsa di Şerê Serxwebûnê yê Tirkiyeyê de,  di hemû eniyan de cih girtin. Tevî vê yekê jî Kurd li Lozanê hatin tine hatin hesibandin. Me bi hev re têkoşîn meşand, lê li Lozanê îxanet li me kirin. Li ser bingeha înkarkirina nasname û hebûna me pergalek hat avakirin. Niha tiştê ku em dixwazin ne windakirina Tirkiyeyê ye, sererastkirina neheqiya ku li Lozanê li dijî gelê Kurd hatiye kirine."

‘LI SER ÎNKARKIRINA ME AŞTIYEKE MAYÎNDE NAYÊ AVAKIRIN'

Aydaranî ziman ku Kurd wê jiyaneke parçebûyî, bê nasname û bê mafên bingehîn qebûl nekin û wiha pê de çû: "Em gel in. Li ser înkara me aştiyeke mayînde nayê avakirin. Bi boneya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li TIrkiyeyê tê meşandin em bang li rayedarên Tirkiyeyê dikin; encamên Peymana Lozanê yên li ser gelê Kurd ji holê rakin. Em her wiha bang li tevahiya cîhanê dikin; em pergaleke ku gelê Kurd tine tê hesibandin qebûl nakin û em ê vê yekê timî bînin ziman."

'EM PIR NÊZÎKÎ YEKÎTIYA NETEWEYÎ NE'

Aydar diyar kir ku biryara herî girîng a konferansa mezin ku di sedsaliya Peymana Lozanê de hatibû girtin ku di demek kurt de konferansek neteweyî bê lidarxistin û yekîtiya neteweyî pêk were bi cih nehatin û wiha berdewam kir: “Me heta niha ev yek pêk neanî, lê em ji her demê bêhtir nêzîkî wê ne. Li her çar parçeyan hem xetereyên cidî û hem jî derfetên girîng hene. Em ji vir careke din bang dikin; divê demildest konferansa neteweyî bicive û stratejiyek hevpar, siyasetek hevpar, parastinek hevpar û têgihîştinek dîplomasiya hevpar were avakirin. Ev berpirsiyariyek dîrokî ya me hemûyan e."

'EM Ê BANGÊ YEKÎTIYÊ BERDEWAM BIKIN'

Piştî axaftina Aydar, nûnerên partiyên siyasî, perwerdekar, rêxistinên jinan û welatiyên ji her çar parçeyên Kurdistanê derketin Kursiya Gel. Di axaftinan de bal kişandin ser encamên dîrokî yên Peymana Lozanê li ser gelê Kurd û anîn ziman ku ev peyman yek ji sedemên bingehîn ên bêstatû hiştin û parçebûna Kurdan bû. Beşdaran diyar kirin ku rêya parastina destkeftiyên gelê Kurd di yekîtiya neteweyî de derasb dibe û banga pêşxistina stratejiyeke neteweyî ya hevpar û têgihîştineke hevpar a têkoşînê li her çar parçeyên Kurdistanê kirin.