Li Lozanê banga stratejiya hevpar û yekîtiya neteweyî
Kurdistaniyên ku di sala 103’yan a Peymana Lozanê de li bajarê Lozan ê Swîsreyê hatin ba hev, bal kişandin ser encamên peymanê û banga yekîtiya neteweyî û stratejiya hevpar kirin.
Kurdistaniyên ku di sala 103’yan a Peymana Lozanê de li bajarê Lozan ê Swîsreyê hatin ba hev, bal kişandin ser encamên peymanê û banga yekîtiya neteweyî û stratejiya hevpar kirin.
Peymana Lozanê ya bûyî sedema çar parçekirina Kurdistanê, di sala xwe ya 103’yan de ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve hate protestokirin. Bi banga Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li bajarê Lozan ê Swîsreyê bi sedan kes hatin ba hev û beşdarî çalakiya konê ya li ber Château d'Ouchy (Place du Vieux-Port) a ku peyman lê hatî îmzekirin, bûn. Bername ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqeyek rêzgirtinê û bi sirûda Ey Reqîp destpê kir.
Çalakî bi şîara “Rewş, Berpirsyarî, Stratejiya Hevpar” hate lidarxistin. Ji çar parçeyên Kurdistanê nûnerên partiyên siyasî, akademisyen, hunermend, rêxistinên civakî yên sivîl û gelek Kurdistanî û dostên wan beşdar bûn. Di çalakiyê de bandora Peymana Lozanê ya li ser gelê Kurd, yekîtiya neteweyî, stratejiyên têkoşîna hevpar û asta hiqûqî ya navneteweyî ya pirsgirêka Kurd hate nirxandin.
Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs axaftina vekirinê kir û bal kişand ser encamên dîrokî yên Peymana Lozanê. Karamûs diyar kir ku Peymanê Kurdistan kir çar parçe û gelê Kurd bêstatu hişt û destnîşan kir ku Kurd sed sal in li dijî vê peymanê têdikoşin.
Karamûs bal kişand ser geşedanên siyasî yên dema dawî li Rojhilata Navîn diqewimin û destnîşan kir ku ev dem ji bo gelê Kurd hem derfetên girîng hem jî xeteriyên cidî digire nava xwe. Karamûs bilêv kir ku divê hêzên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê li dora stratejiya neteweyî ya hevpar bibin yek.
Karamûs diyar kir ku nîqaşên yekîtiya neteweyî tenê meseleya partiyên siyasî nîne, meseleya hevpar a tevahî gelê Kurd e.
Karamûs di dawiya axaftina xwe de bang li hemû partiyên siyasî û tevgerên li çar parçeyên Kurdistanê kir û got, “Divê diyalog û xebatên hevpar bên pêşxistin. Hemû hêzên siyasî divê berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bînin û li ser esasê berjewendiyên neteweyî stratejiyeke hevpar were avakirin. Siberoja gelê Kurd vê ferz dike.”
‘DIVÊ HÊZÊN NAVNETEWEYÎ Jİ VÊ ŞAŞIYÊ VEGERIN’
Piştre Endamê Meclîsa Şaredariya Lozanê û Serokê Partiya Keskan a Lozanê İlias Panchard, Parlamenterê Partiya Sosyalîst a Kantona Vaudê Sebestien Kessler û Endamê Meclîsa Şaredariya Lozanê yê Partiya Karkeran Xavier Roth, axivîn û destnîşan kirin ku Peymana Lozanê sed sal in gelê Kurd bê statû hiştiye û rê li ber polîtîkayên înkar, zext û cihêkariyê vekiriye. Axavtvanan, bal kişand ku Kurd îro yek ji mezintirîn gelên bê dewlet in û diyar kirin ku aştiya mayînde ya li Rojhilata Navîn tenê bi nasîna mafên neteweyî û demokratîk ên gelê Kurd pêkan e. Her wiha bang li civaka navneteweyî kirin ku berpirsiyariya xwe ya li hemberî vê ne edaletiya dîrokî bi cih bîne.
Piştî axavtinan derbasî panelê bûn. Di panela bi moderatoriya rojnamevan Gulistan Îke de, Parlamenterê dema 4'emîn a Parlamentoya Iraqê Blêse Cebar Ferman dê pêşkêşiya xwe ya bi sernavê "Piştî sed salî dê Peymana Lozanê bi dawî bibe?" pêşkêş bike.
Lêkolîner û rojnamevan Meral Çîçek dê rola têkoşîna jinê ya di avakirina serdemeke neteweyî ya azad de bigire dest. Pisporê hiqûqa navneteweyî Prof. Naîf Bezwan, jî dê rejîma Lozanê û doza Kurdistanê ji aliyê dîrokî û hiqûqî ve binirxîne.
Zanyarê siyasî Dr. Azad Mihemedî dê dîtinên xwe yên li ser neteweperestiya Kurd û gotara neteweyî ya hevpar parve bike. Nivîskar û lêkolînerê Îslama siyasî Dr. Tariq Hemo, jî dê di salvegera 103'yan a Peymana Lozanê de li ser parastina hebûn û nasnameya neteweyî ya li Rojavaya Kurdistanê nirxandinan bike.
Piştî panelê, "civîna gel" a ku dê beşdar tê de axavtinê bikin dê bê avakirin. Li vir, beşdarên ku ji çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat hatine dê dîtinên xwe yên li ser encamên Peymana Lozanê, geşedanên rojane û stratejiyên têkoşîna hevpar parve bikin.



