Walîtiya Girondeyê ragihand ku şewata mezin a li derdora Kendava Arcachonê destpê kir qadeke ji 42 hezar hektarî kir xwelî.
Şaredarê Bordeauxê Thoma Cazenave diyar kir ku şewat bi 25-30 kîlometreyî dûrî bajêr û bi 15 kîlometreyî sînorê metropolê ye.
Cazenave anî ziman ku di rewşa heyî de veguhestina navenda bajarê Bordeauxê ne di rojevê de ye lê belê ew rewşê ji nêz ve dişopînin.
ZÊDEYÎ 220 HEZAR KES HATIN VEGUHESTIN
Walîtiyê diyar kir ku ji roja Çarşemê dema destpêkirina şewatê û vir ve zêdeyî 220 hezar kes ji bo herêmên ewle hatin veguhestin.
Herî dawî li şaredariyên Marcheprime, Cestas, Mios, Biganos û Le Barp ên Bordeauxê biryara veguhestina 55 hezar kesî hate dayin.
Ji ber şewatê beşek ji rêya bejahî ya A63 li trafîkê hate girtin.
BI HEZARAN PERSONEL DIXEBITIN
Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Laurent Nuñez anî ziman ku şewat bi şev li Girondeyê ji nû ve gur bû, bayê xwe bi xwe ava kir û bi rengekî neyê texmînkirin ber bi Bordeauxê ve çû û serê sibehê hinekî lawaz bû.
Ji bo vemirandina şewatê li herêmê 2 hezar û 500 arkuj, 1.500 leşker, nêzî 1.200 polîs û jenderme li gel 450 dilxwazan wezîfeyê dikin. Her wiha 18 balafirên vemirandina şewatê û balafireke leşkerî ya A400M jî tevlî karê vemirandina şewatê bûne.
LI HERÊMÊN DIN JÎ ŞEWAT DEWAM DIKE
Li herêma Landesê heta niha qadeke ji 3 hezar û 600 hektarî şewitî, nêzî 36 hezar kes hatin veguhestin. Li herêmê 550 arkuj û 420 jenderme wezîfeyê dikin.
Li herêma Varê bi armanca tedbîrê 3 hezar kes hatin veguhestin û 1.100 arkuj kar dikin.
Wezîrê Karên Hundir Laurent Nuñez diyar kir ku li herêmên Korsika û Hautes-Alpesê jî hewldanên vemirandina şewatê dewam dike û bang li welatiyan kir ku hay ji xwe hebin.
SEFERÊN TRENAN BETAL BÛN
Ji ber metirsiya şewatê ya li ser xetên rêyên hesinî yên li başûrê Bordeauxê, bandoreke neyînî li seferên trenan bû.
Trena bi lez (TGV) a navbera Paris-Bordeauxê seferên xwe li Bordeauxê bi dawî kir. Gelek trenên diçin başûrê bajêr seferên xwe betal kirin.