Tayfûna herî xurt a salê li Çînê rabû: Zêdeyî 340 hezar kes hatin veguhestin

Tayfûna Noul ku weke tayfûna herî xurt a salê tê pênasekirin li Çînê rabû û gihîşt eyaleta Guangdongê ya li başûrê welêt. Ji ber bayê ku lez xwe saetê digihêje 162 kîlometreyî zêdeyî 340 hezar kes hatin veguhestin.

Li gorî nûçeya televîzyona dewletê ya Çînê CCTV, tayfûna Noulê roja Yekşemê ber bi sibehê ve li nêzî bajarê Pinghayê yê li eyaleta Guangdongê gihîşt bejahiyê.

Bayê li derdora navenda tayfûnê leza xwe gihîşt 162 kîlometreyê saetê.

Rayedaran diyar kirin ku li eyaleta Guandongê zêdeyî 340 hezar kes ji bo herêmên ewle hatin veguhestin.

Ji ber tayfûnê li eyaletê hemû seferên rêyên hesinî hatin rawestandin. Her wiha ba û baranê rê ji enqazê girtin û gelek avahiyên biçûk û amûrên trafîkê hatin hilweşandin.

Li Balafirgeha Navneteweyî ya Hong Kongê herî kêm 350 seferên balafiran betal bûn.

Rêveberiya Hong Kongê ragihand ku heta niha 9 kes birîndar bûn.