Girtî Necdet Koç li gel metirsiya jiyanî jî nayê berdan
Girtiyê nexweş Necdet Koç ku piştî girtinê 65 kîlo li girtîgehê da, rewşa wî ya tenduristiyê giran dibe. Li gel rîska jiyanî ya di raporên nexweşxaneyê de tê destnîşankirin jî Koç nayê berdan.
Girtiyê nexweş Necdet Koç ku piştî girtinê 65 kîlo li girtîgehê da, rewşa wî ya tenduristiyê giran dibe. Li gel rîska jiyanî ya di raporên nexweşxaneyê de tê destnîşankirin jî Koç nayê berdan.
Rewşa girtiyên nexweş her roj girantir dibe. Yekane daxwaza malbatên girtiyan ew e ku ji bo dermankirinê bêne berdan. Yek ji wan girtiyan jî Necdet Koç ê 52 salî ye ku li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a bi Tîpa F a Wanê tê ragirtin. Koç ku piştî sala 2022'an di Mijdarê de hate girtin û di encama darizandinê de cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî lê hate birîn, ji ber nexweşiyan li girtîgehê nikare pêwîstiyên xwe bi cih bîne. Koç di nava vê demê de 65 kîlo li xwe kêm kir.
Malbata Koç anî ziman ku gelek nexweşiyên kronîk ên Koç hene û xwest bê berdan.
Li gorî agahiyên ji malbata wî hate wergirtin, ji bo bê tespîtkirin ku Koç dikare bi tena serê xwe li girtîgehê bimîne yan na sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê hate kirin û di kontrolên tenduristiyê yên berfireh de hate derbaskirin. Hate ragihandin ku di rapora desteya tenduristiyê ya nexweşxaneyê de hate gotin, Koç tedawiya dermên a di doza bilind de dîtiye, rîsk heye ku krîza myastenîk derbas bike û rîska jiyanî li ser wî heye. Di raporê de hate ragihandin ku divê Koç bê tedawîkirin, lê belê dadgehê guh neda vê nirxandin.
Piştî vê raporê rewşa tenduristiyê ya Koç hîn girantir bû. Êdî bi zehmetî diaxive, nikare daqurtîne, nikare xwarinê bixwe û bi tena serê xwe nikare pêwîstiyên xwe yên jiyanî bi cih bîne. Hate ragihandin ku Koç bi alîkariya hevalên xwe yên li koxûşê pêwîstiyên xwe yên jiyanî bi cih tîne.
Koç ku beriya bi demeek kurt sewqî Saziya Tipa Edlî hate kirin, wê rewşa wî jinûve bê nirxandin. Endamên malbata Koç nearzîbûn nîşan da ku li gel rewşa tenduristiyê ya giran jî xizmê wan nayê berdan û destnîşan kirin ku nexweşiyên Koç giran e û tenê li derveyî girtîgehê dikare bê dermankirin.
Endamên malbata Koç bang li rayedaran kirin k bi berpirsyariya mirovî û hiqûqî ji bo parastina mafê jiyanê bi lez gavê biavêjin.