ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû nêzîkatiya 'Dewlet wê gavê biavêje yan neavêje' rexne kir û destnîşan kir ku pêşketinên demokratîk timî bi têkoşîna civakê dibe.

Serhrat Eren pêvajoya piştî hevdîtina dawî ya bi Rêber Apo re nirxand û anî ziman ku sererastkirina bê Meclîsê wê di rêya çareseriyê de bibe gava destpêkê. Serhat Eren destnîşan kir ku çareseriya mayinde jî bi demokratîkbûn û garantiya destûra bingehîn dibe.

Girtiyê nexweş Necdet Koç ku piştî girtinê 65 kîlo li girtîgehê da, rewşa wî ya tenduristiyê giran dibe. Li gel rîska jiyanî ya di raporên nexweşxaneyê de tê destnîşankirin jî Koçn ayê berdan.

Sûalva Kanîspî ya li navçeya Şax a Wanê yek ji bedewiyên herî girîng ê xwezayî yê bajêr e.