Li bajarê Paphos ê Qibrisê ji bo salvegera komkujiya Til Hesil û Til Eranê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.
Bîranîn li salona konferansê ya Sendîkaya Karkeran PEO’yê pêk hat. Di merasîma bîranînê de ligel Kurdên Bakur û Rojavayê Kurdistanê, malbatên şehîdan ku di komkujiyê de xizmên xwe winda kiribûn jî amade bûn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Piştre di çalakiye de têkoşîn û berxwedana şehîdên komkujiya Til Hesil û Til Eranê hat nirxandin.
Pişre peyama bidîmen a Bêrîvan Etto ku keça Hecî Adil Etto ye (ya di komkujiyê de jiyana xwe jidest dabû) û ji Rojava hatibû şandin, hat temaşekirin.
Bêrîvan Etto diyar kir ku ew şehîdên Kurdistanê bi hurmetî û minnetdarî bi bîr tîne û got, "Belê, min di vê komkujiyê de bavê xwe şehîd da. Lê belê ev şehîd ne tenê şehîdê me ye, ew şehîdên Kurdistanê ne."
Bêrîvan Etto anî ziman ku bavê wê heta kêliya dawî berxwe daye û got, "Nêzî 30 hevrêyên berxwedêr li cem bavê min hebûn. Bavê min ji wan re got, ‘Hûn herin, xwe xelas bikin. Tiştên ku hûn ê tevlî vê têkoşînê bikin hêj pir in. Min di vê cîhanê de tiştên ku bijîm jiyan, tiştên ku bibînim dît’ û bi vî rengî hevrêyên xwe yên li dora xwe, dûr xist."
Bêrîvan Etto destnîşan kir ku tenê xeyalekî şehîdan hebû û got: "Xeyala wan a tenê dîtina Kurdistana azad bû. Dibe ku wan ev nedîtibe lê em ê bi hêza ku ji şehîdên xwe digirin xeyalên wan pêk bînin."
Di bîranînê de piştre Nûnerê PYD’ê yê Qibrisê Yasîn Terbuş axaftinek kir. Terbuş, bal kişand ser êrîşên ku gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê de pê re rû bi rû mane, modela jiyana demokratîk a ku Şoreşa Rojava afirandiye û pêvajoya ku Sûriye di nav de ye.
Terbuş da zanîn ku çareseriya mayînde bi jiyana demokratîk û hevpar pêkan e û destnîşan kir ku divê mafên Kurd, Ereb, Suryan û hemû gelên ku li Rojava û Sûriyeyê dijîn bên misogerkirin.
Terbuş teqez kir ku li cihê şer û pevçûnê divê rêya diyalog, fêmkirina dualî û çareseriya demokratîk bê xurtkirin.
Malbatên şehîdan ên di bîranînê de axivîn jî dilsoziya xwe ya bi têkoşîna şehîdan re anîn ziman.
Malbatan diyar kir ku ew ê têkoşîna kesên di komkujiya Til Hesil û Til Eranê de jiyana xwe ji dest dane bidomînin û daxuyandin ku ew ê têkoşîna azadî û aştiyê dewam bikin.
Merasîma bîranînê piştî nîşandana sînevîzyona li ser komkujiyê, bi dirûşmên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.