Îranê êşkence li Hevberdevkê Platforma Şiyar Be Erkol kir

Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmut Dîndar diyar kir ku Hevberdevkê Platforma Şiyar Be Ercan Erkol ê ku li Îranê hat binçavkirin êşkence lê kirine û bang li rayedarên Îranê kir ku têkildarê bûyerê daxuyaniyê bide û divê berpirsyaran bên darizandin.

Hevberdevkê Platforma Şiyar Be û endamê Meclîsa Şaredariya Artemêtê Ercan Erkol di serdana Îranê de ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye binçavkirin û êşkence lê kirin.

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê Mahmut Dîndar têkildarî êşkenceyê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parvekirinek kir. Dîndar wêneyek Erkol a piştî êşkenceyê hatiye kişandin jî parve kir û bertek nîşanî rayedarên Îranê da.

Parvekirina Dîndar wiha ye: "Em vê êşkenceya li hevalê me Ercan Erkol hatiye kirin qebûl nakin. Divê rayedarên Îranê li hemberî vê pêkanîna dermirovî bi lezgînî daxuyaniyê bide û berpirsiyar bên darizandin. Hûn ji mafên jiyan û tenduristiyê berpirsiyar in!"

Heta niha derbarê sedema binçavkirina Ercan Erkol de daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn. Hate hînbûn ku Erkol di nava rojê de hatiye berdan û ji Îranê vegeriyaye Wanê.