BI DÎMEN

Li Mannheimê banga xwedîderketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hat kirin

Li Mannheimê bernameya bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de bal kişandin ser girîngiya dîrokî ya Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û banga xwedîderketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hat kirin.

Li bajarê Mannheim ê Elmanya ji bo şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê bernameya bîranînê hat lidarxistin. Di bîranîna ku gelek kes berşdar bû de bal kişandin ser girîngiya dîrokî ya Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û banga xwedîderketina têkoşîna şehîdan û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hat kirin. 

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna hemû şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştre li ser navê Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Alî Konkurt axivî.

Konkurt di destpêka axaftina xwe de şehîdên azadiyê bi rêzdarî, minetdarî û hesret bi bîr anî û diyar kir ku Berxwedana 14’ê Tîrmeha 1982’an di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de xala werçerxê ye. Konkurt destnîşan kir ku li Zindana Amedê çirûska berxwedanê bi dirûşmeya "Berxwedan jiyan e" a Mazlûm Dogan destpê kir û ev berxwedan bi rojiya mirinê ya Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Durmuş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz berdewam kir.

Konkurt bi bîr xist ku Kemal Pîr roja 55’an a rojiya mirinê û piştre Mehmet Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek, gihîştin şehadetê û anî ziman ku ev fedakariya mezin têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi cîhanê da nasîn.

Konkurt di axaftina xwe de li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye destpêkirin jî rawestiya û got ku ew di wê baeriyê de ye ku ev pêvajo wê bi ser bikeve. Konkurt anî ziman ku divê xwedî li pêvajo were derketin û destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê malbatên şehîdan û bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê.

Piştî axaftinan, sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê hatibû amadekirin hat pêşandan. Di pêşandanê de kêliyên hestyarş hatin jiyîn û dirûşmeya "Şehîd namirin" hat berzkirin.

Di dawiya bernameya bîranînê de banga beşdarbûna 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku wê di 5’ê Îlona 2026’an de li bajarê Dortmund ê Elmanyayê were lidarxistin, hat kirin