BI DÎMEN

Li Londonê şehîdên 14’ê Tîrmehê û Alî Haydar Kaytan hatin bîranîn

Li Londonê ji bo şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û Alî Haydar Kaytan (Heval Fuad) bîranînek girseyî hat lidarxistin. Di bîranînê de hat diyarkirin ku ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê ji hêla Alî Haydar Kaytan ve hat hilgirtin.

Komuna Malbatên Şehîdan a Londonê ji bo Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek, ên ku di Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de şehîd bûn û  yek ji pêşengên têkoşîna azadiya Kurd Alî Haydar Kaytan bîranînek girseyî li dar xist. Bîranîna ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Londonê hat lidarxistin, malbatên şehîdan û gelek kes ji Kurdistanê beşdar bûn. 

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Malbatên şehîdan qurnefîl danîn cihê ku bi wêneyên hatibû xemildandin û find pêxistin. Li hola bîranînê flamayên wêneyên Rêber Apo hatin daliqandin û pankarta "Çiya silav da artêşa şehîdên ku rêz bûne, bi minetdarî" hat daliqandin.

Ji Komuna Malbatên Şehîdan Halît Gokalp axaftina vekirinê kir û diyar kir ku Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê îfadeyek dîrokî ya îradeya bêdawî ya gelê Kurd a ji bo azadiyê ye. Gokalp anî ziman ku çirûska berxwedanê ya ku ji hêla Mazlûm Dogan ve di zindanên Amed de hat pêxistin, di bedena Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de veguherî agirê mezin ê berxwedanê û ev ruhê berxwedanê ji hêla kadroyên pêşeng ên têkoşîna azadiya Kurd Alî Haydar Kaytan ve hat hilgirtin. Gokalp bi bîr xist ku yek ji pêşengên tevgera azadiya Kurd Alî Haydar Kaytan bi jiyan û têkoşîna xwe mîrata dîrokî ya îradeya ku di 14’ê Tîrmehê de teslîmiyet red kir jî hilgirtiye.

Piştî axaftina Gokalp, sînevîzyona li ser Berxwedana 14’ê Tîrmehê, jiyan û têkoşîna Kaytan hatibû amadekirin hat pêşandan. Di temaşekirina sînevîzyonê de gelek caran dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî Rêber Apo" hatin berzkirin.

AYŞE ÇÎÇEK: EM SERBILIND IN

Xwişka Alî Çîçek, Ayşe Çîçek li ser înternetê tevli bîranînê bû û got: “Alî di temenê xwe yê pir ciwan de tevlî tevgerê bû. Ew di vê têkoşînê de bû neferekî pêşeng. Berxwedanek mezin a bi rûmet da vî gelî. Gelê me xwedî li vê berxwedanê derket û gihîştiye vê rojê. Careke din, em bi şehîdên xwe serbilind û bi rûmet in."

Girseyê bi çepikan axaftina Ayşe Çîçek pêşwazî kir û dirûşmeya "Şehîd namirin" berz kirin.

Piştî axaftina, Komuna Çand û Hunerê performansek enstrumanî pêşkêş kir û helbestên ku ji bo bîranîna Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û Alî Haydar Kaytan hatine nivîsandin hatin xwendin. Bîranîn bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.