Di lêpirsîna Ahbap de operasyona pêla çaremîn: 13 kes hatin binçavkirin
Di lêpirsîna têkildarî Komeleya AHBAP de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê meşandin, 13 kesên din hatin binçavkirin.
Di lêpirsîna têkildarî Komeleya AHBAP de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê meşandin, 13 kesên din hatin binçavkirin.
Di operasyonên pêla çaremîn de ku li Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Stenbolê tê meşandin, 13 kesên din hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de Halûk Levent jî di nav de heta niha 28 kes hatin girtin.
Tê gotin, di çarçoveya lêpirsînê de ji bo îfadeyê wê bang li Ûgûr Dundar, hunermend Mahsûn Kirmizigul, Gulben Ergen, Elçîn Sangû û Hayko Cepkîn bê kirin.