Pêla germa Hezîranê: Belçîka di mirinên zêde de li Ewropayê di rêza yekem de ye

Li seranserê Ewropayê ji ber pêla germahiyê ku di dawiya meha Hezîran de bandor kir, Belçîka bû ew welatê ku rêjeya herî bilind a mirinên zêde li wir hat dîtin.

Li gorî EuroMOMO'yê, di dema pêla germahiyê ya dawiya Hezîranê de li Belçîkayê bi rêjeya sedî 48 mirinên zêde çêbûn.

Li gorî daneyên Sciensano'yê, di vê demê de ji ser asta normal re zêdetirî 2 hezarî mirin çêbûne.

Belçîka bi vê rêjeyê Fransayê (sedî 23) û Hollandayê (sedî 13) li paş xwe hişt û di rêza yekem de cîh girt.

HERÊMÊN XIZAN ZÊDETIR BANDOR BÛN

Daneyan nîşan da ku pêla germahiyê bi taybetî li herêmên ku rewşa wan a aborî lawaz e encamên girantir derketine holê.

Biyoîstatîstîkzan Geert Molenberghs, diyar kir ku cudahiya di navbera herêman de bi mercên sosyo-aborî ve girêdayî ye.

AVAKIRINA PLANNEKIRÎ JÎ BANDOR KIR

Molenberghs, got ku heke tenê herêma Flandreyê jî bê girtin, rêjeya mirinên zêde bi sedî 31’ê dîsa ji Fransa û Hollandayê bilindtir dimîne.

Lêkolîner, anî ziman ku ev rewş bandora avakirina plannekirî ya li Belçîkayê jî nîşan dide.

Her wiha hat diyar kirin ku li bakurê Fransayê rêjeyên mirinê nêzî Belçîkayê ne, lê herêmên başûr ji ber ku xwe li hemberî germahiya bilind çêtir amade kirine, rêjeya mirinên wan nêzî asta asayî man.

a