Girtiyan bi rêya parêzerên xwe name şandin û hişyarî dan ku rêveberiya girtîgehê di dema dawî de cezayên disiplînê zêde kirine û bi hincetên cur be cur cezayên hucreyê li wan hatine birîn.
Di nameyê de hate diyarkirin ku hin cezayên hucreyê teqez bûne, hin jî di pêvajoya dadgeriya înfazê de ne û hate bilêvkirin ku piraniya îtîrazan bêencam mane.
Girtiyan nêzîkatiya rêveberiya girtîgehê rexne kir û destnîşan kir ku armanca cezayên hatine dayîn ew e ku di aliyê nerênî de bandorê li pêvajoyên tehliyeya bi şert bikin.
DAXWAZÊN MIROVÎ TÊN REDKIRIN
Di nameyê de hate ragihandin ku girtiyên cezayê hepsê yê heta hetayê lê hatine birîn, eger li heman korîdorê bimînin dikarin ji mafê sporê sûd bigirin û hate destnîşankirin ku lê belê ev daxwaza wan bi hinceta “giştînameya wezaretê” nehate qebûlkirin.
Di nameyê de hate diyarkirin ku daxwaza wan a ji bo guhertina saetên ziyareta malbatan jî bi heman hincetê hatiye redkirin û wiha hate gotin, “Her daxwaza me bi hinceta ‘giştînameya wezaretê’ tê redkirin.”
NÊZÎKATIYÊN CIHÊKAR ZÊDE BÛNE
Girtiyan anî ziman ku pêkanînên cihêkar û zextkar di meha dawî de li girtîgehê zêde bûne û got, “Em ê li dijî zext, cezayên disiplînê û binpêkirinên mafan bêdeng nemînin. Em ê ti carî dest ji bikaranîna mafê xwe yê rewa û mirovî bernedin.”