ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Siyasetmedar Îdrîs Balûken anî ziman ku çareseriya mayinde ya meseleya Kurd nabe ku di asta bêçekbûnê de bê nirxandin û got, pêwîstî bi nêzîkatiyekê heye ku demokratîkbûn û garantiyên hiqûqî ji xwe re dike esas.
Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz ragihand ku projeya JES'ê ya ku tê plankirin li gundê Xwarikê yê Gimgimê bê çêkirin li ser hevsengiya ekolojîk a herêmê, jiyana aborî, avaniya çandî û paşeroja civakî gef e.
Di demên qirkirinê de ne tenê jiyana jinan, her wiha beden, nasname û rola wan a civakî jî dibin hedef. Tundiya zayendî û fîzîkî, zewicandina bi zorê, dervehiştina ji nava civakê binpêkirinên sereke ne ku jin lê rast tên.
Xelatgirên Nobelê, siyasetmedar, zanyar û parêzvanên mafên mirovan bang kirin ku teknolojiyên hişê çêkirî li ser bingeha rûmeta mirovahiyê bê afirandin û hewldaên ji bo bêçekbûna nukleerî dewam bikin.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît wê li Meclîsê civîneke çapemeniyê lidar bixe û bûyerên di rojevê de ne binirxîne.