Li gundê Xwarikê yê navçeya Gimgim a Mûşê, berxwedana li dijî projeya Santrala Enerjiyê ya Jeotermal dewam dike ku Şîrketa Hilberîna Enerjiyê ya IGNIS H2 a ji Emerîkayê dixwaze çêbike. Bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê nobeda kon dewam dike. Gundî ji bo parastina xweza, çavkaniyên avê û qadên xwe yên jiyanê xwedî li xaka xwe derdikevin.
Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.
Sumeyye Boz diyar kir ku têkoşîna li Gimgimê tê kirin divê tenê weke hewldaneke gundiyan a ji bo parastina zeviyên xwe yan jî çêrgehên xwe neyê dîtin û işaret bi bandora berfireh a projeyê kir.
Sumeyye Boz got, "Mirov îro li Gimgimê ne tenê li ber karê sondajê yê şîrketekê radibin. Gel çavkaniyên xwe yên avê, qadên xwe yên çandiniyê, çêrgeh, daristan, jiyana xwe ya çandî û mafê jiyanê yê nifşê nû diparêzin. Ji ber vê yekê têkoşîna li vê derê tê meşandin ne tenê têkoşîna ji bo parastina hawirdorê ye, di heman demê de têkoşîna mafê axaftinê ya li ser jiyan, hilberîn û paşeroja xwe ye. Ev projeya ku tê xwestin di bin navê razemeniya enerjiyê de bê bicihanîn, dikare encamên welê bi xwe re bîne ku hevsengiya xwezayî ya tevahiya herêmê biguherîne. Lewma fikarên gel gelekî mafdar û rewa ye."
'ZIYANA LI ÇAVKANIYÊN AVÊ WÊ BANDORÊ LI TEVAHIYA JIYANÊ BIKE'
Sumeyye Boz ragihand ku yek ji rîskên herî mezin ên ku sondajên Jeotermalê dibin sedem ziyana li çavkaniyên avê ye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Bi sondaja kûr re destwerdana li rehên ava xwezayî yên li binê erdê dikare encamên gelekî cidî bi xwe re bîne. Qirêjkirina çavkaniyên ava vexwarinê, ziyana li ava avdanê û guhertina rejîma avê ya li binê erdê wê ne tenê di vê demê de her wiha paşerojê jî pirsgirêkan bi xwe re bîne. Dewamiya hilberîna çandiniyê bi giranî bi van çavkaniyên avê ve girêdayî ye. Dema ku ziyan li avê bû ne tenê cotkar, wê her kesên li herêmê bikevin bin bandora wê. Av jiyan e û her destwerdana li çavkaniya bingehîn a jiyanê êrişa li ser jiyana civakî ıye."
'WÊ DERBA GIRAN LI ÇANDINÎ Û SEWALKARIYÊ BIKEVE'
Parlamenter Sumeyye Boz işaret bi encamên aboriyê yên projeyê kir û destnîşan kir ku dema çêrger veguherî qadên sondajê ev yek wê bandoreke yekser li sewalkariyê bike. Sumeyye Boz got, "Îro i Gimgimê bi hezaran mirov debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dikin. Tengkirina çêrgehan, pêşkêşkirina qadên hilberînê ji karên şîrketê re wê hilberînerên biçûk bi gelek pirsgirêkên giran ên aboriyê re rû bi rû bihêle. Windahiya berhemdariyê ya li xaka çandiniyê wê maliyeta hilberînê zêde bike, cotkar ji xakê dûr bixîne. Encama vê jî wê qutbûna ji hilberînê, xizanîbûn û koça ji neçarî ye. Ji ber vê jî mesele ne tenê hawirdorî ye, di heman demê de meseleyeke aborî û civakî ye ku pêwendiya xwe yekser bi paşeroja jiyana bejahî heye."
'ÎRADEYA GEL TINE TÊ HESIBANDIN'
Parlamentera DEM Partiyê bi bîr xist ku gundên Elewiyan ên Gimgimê di herikîna dîrokê de gelek caran bi polîtîkaya zextê û koçberkirinê re rû bi rû man û got, "Gundî ne tenê bi fikara aboriyê ne. Mirov li ber wê yekê radibin ku mafên wan ên biryardana li ser qada ku lê dimînin ji wan tê standin. Bêyî ku nêrîna gelê li vê xakê were wergirtin, bêyî destûr ji wan bê wegirtin biryar li ser qada wan a jiyanê tê dayin ku ev yek nayê qebeûlkirin."
'EM Ê TÊKOŞÎNÊ LI HER QADÊ BIMEŞÎNIN'
Sumeyye Boz diyar kir ku divê şîrketa navborî bi projeyên xwe yên jeotermalê yên din ên li Kurdistanê bê nirxandin û got, "Em têkoşînê tenê li salonên dadgehê nahêlin. Nobeda me ya kon wê dewam bike. Civînên me yên li gundan wê dewam bike û em ê îradeya hevpar a gel mezintir bikin. Em ê li meclîsê jî pêvajoyê ji nêz ve bişopînin. Em ê bişopînin bê saziyên cemaweriyê berpirsyariyên xwe bi cih tîne yan na. Em ê têkoşînên hiqûqî, civakî û siyasî bi hev re bimeşînin û nehêlin ku li Gimgimê talana ekolojîk pêk were. Em ê xwezaya xwe, ava xwe, qadên xwe yên jiyanê bi biryardarî biparêzin."