Barê herî giran ê qirkirinê li ser milê jinan e

Di demên qirkirinê de ne tenê jiyana jinan, her wiha beden, nasname û rola wan a civakî jî dibin hedef. Tundiya zayendî û fîzîkî, zewicandina bi zorê, dervehiştina ji nava civakê binpêkirinên sereke ne ku jin lê rast tên.

Qirkirin ne tenê sûcekî girseyî ye ku êrişê dibe ser jiyana gelekî, di heman demê de pêvajoyeke hilweşînê ye ku tinekirina paşeroj, çand û hişê civakî ji xwe re dike armanc. Di vê pêvajoyê de jin ne tenê mexdûrê tundiya girseyî yan jî şer e; her wiha ji ber ber zayenda xwe li şêweyekî din ê tundiyê rast tên.

Li gorî Peymana Astengkirina û Cezakirina Sûcê Qirkirinê ya Neteweyên Yekbûyî ya sala 1948'an, qirkirin ew kar û kiryar e ku ji bo tinekirina bi temamî yan jî bi qismî ya li hemberî komeke olî, nijadî, etnîkî yan jî neteweyî têne kirin. Gelek komkujiyên girseyî yên di herikîna dîrokê de hatin kirin ji aliyê dadgehên navneteweyî ve weke qirkirinê hatin naskirin, hin bûyer jî ji ber wesfa xwe ya hiqûqî li qada navneteweyî bi dewamî tê nîqaşkirin.

Di demên qirkirinê de ne tenê jiyana jinan, her wiha beden, nasname û rola wan a civakî jî dibin hedef. Tundiya zayendî, koçberbkirina bi darê zorê, windakirina ferdên malbatê, tundiya fîzîkî, zewicandina bi zorê, binpêkirina mafê jidayikiyê, hilweşîna aboriyê û dervehiştina li civakê ji binpêkirinên sereke ne ku jin lê rast tên.

Li gorî lêkolînan jinên ku qirkirin û tundiya girseyî lê hatiye kirin, salên dûr û dirêj li hemberî travmayên psîkolojîk ên giran li ber xwe dane. Tirsa timî û bêbawerî, şîna kûr, stresa piştî travmayê, fikar, depresyon, sûcdariya saxmayinê, şerm, pêşhukmên civakî û ziyana li hesta aîdiyet û nasanmeyê ji bandorên sereke yên vê yekê ne.

DI HERIKÎNA DÎROKÊ DE JIN BÛN HEDEFA TUNDIYA BI RÊK Û PÊK

Di dema Holokostê de ku weke yek ji sûcên herî giran ên li dijî mirovahiyê yên sedsala 20'an tê qebûlkirin, jin bi zorê hatin xebitandin, li tundiya zayendî, ceribandinên tibî û komkujiyên bi rêk û pêk rast hatin.

Di sala 1994'an de gava li Rûandayê qirkirin hate kirin, tundiya zayendî li sed hezaran jinan hate kirin ku ev yek ji aliyê dadgehên navneteweyî û bi gelek lêkolînan ve hate belgekirin.

Di şerê Bosna û Qirkirina Srebrenitsayê de ku sala 1995'an li Bosna-Hersekê qewimî, tundiya zayendî û destavêtina bi rêk û pêk a li hemberî jinan li dadgehên cezayê yên navneteweyî de di çarçoveya sûcê şer û sûcê li dijî mirovahiyê de hate nirxandin.

Her çend Tirkiye Qirkirina Ermenan a 1915'an nas neke jî gelek dewlet komkujî û sirgûnkirina Ermenan weke qirkirinê pênase dikin. Di sala 1915'an de gelek jinên Ermen li tundiya zayendî rast hatin, bi zorê hatin revandin û ji malbatên xwe hatin qutkirin.

Sala 2014'an di êrişên DAÎŞ'ê yên li ser civaka Êzidî de bi hezaran jin û keçên Êzidî hatin revandin, li kolekirina zayendî rast hatin û bûn mijara bazirganiya mirovî. Di serî de Neteweyên Yekbûyî gelek saziyên navneteweyî êrişên li dijî Êzidiyan weke qirkirinê pênase dikin.

QIRKIRINÊN KU LI QADA NAVNETEWEYÎ TÊNE NASKIRIN

Di hiqûqa navneteweyî de mînaka sereke ya ku bi şênberî tê naskirin Holokost e ku ji aliyê Elmanya Nazî ve hate kirin. Di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de 6 milyon Yahûdî, Romen, astengdar û komên din ên bûn hedef bi rêk û pêk hatin qetilkirin.

Li Rûandayê sala 1994'an di nava 100 rojî de nêzî 800 hezar Tutsi û Hutu yê nerm hatin kuştin. Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ev yek bi qirkirinê pênase kir.

Li Bosna Hersekê di Komkujiya Srebretisayê de ku Tîrmeha 1995'an nêzî 8 hezar mêr û zarokên mêr ên Boşnak hatin kuştin, ji aliyê dadgehên navneteweyî ve weke qirkirinê tê dîtin.

Mirinên girseyî yên di dema rêveberiya Kmer a Sor de li Kamboçyayê hate kirin, di darizandinên navneteweyî de ji hin aliyan ve weke qirkirinê, bi giranî jî weke sûcê li dijî mirovahiyê hate dîtin.

Têkildarî asta hiqûqî ya komkujiyên girseyî yên li herêma Darfûrê ya Sûdanê jî di asta navneteweyî de hîn nêrîneke hevpar nîne. hin dewletan û saziyên navneteweyî bûyer weke qirkirinê pênase kirin. Nîqaşên hiqûqî dewam dikin.

TUNDIYA GIRSEYÎ YA LI DIJÎ KURDAN

Li cografya Kurdan di demên cuda de komkujiyên girseyî, koçberiya bi zorê û binpêkirinên giran ên mafên mirovan rû dan. Lê belê temamiya van bûyeran di hiqûqa navneteweyî de xwedî heman statuya hiqûqî nîne.

Di navbera salên 1986-1989'an de di çarçoveya Kampanya Enfalê de ku ji aliyê rejîma Baasê ya bi serkêşiya Saddam Huseyîn bi hezaran gund hatin şewitandin, bi deh hezaran Kurdan jiyana xwe ji dest dan, yan jî hatin windakirin. Gelek welatan û hin dadgehên neteweyî Enfal a li dijî Kurdan weke qirkirinê pênase kirin.

16'ê Adara 1988'an li Helebceyê di êrişa kîmyewî ya rejîma Saddam de 5 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes birîndar bûn. Helebce bû yek ji bûyerên şênber ên kampanya Enfalê.

Kuştina sivîlan a bi girseyî ya sala 1930'î ku li Geliyê Zîlanê yê navçeya Erdîş a Wanê qewimî, ji aliyê gelek dîroknas û lêkolînerên mafên mirovan ve weke komkujiyê têne pênasekirin. Di mijara statuya hiqûqî ya komkujiyê de li ser asta navneteweyî biryareke hevpar nîne.

Di dema Operasyona li dijî Dersimê de ya navbera salên 1937-1938'an de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan, gelek jî bi zorê ji cih û warê xwe bûn.

Zext û darvekirinên piştî hilweşîna Komara Mahabadê û polîtîkaya Kembera Ereb a salên dûr û dirêj li Sûriyeyê di meriyetê de bû weke binpêkirinên giran ên mafên mirovan têne nirxandin, lê belê di hiqûqa navneteweyî de hîn weke qirkirinê nehatine qebûlkirin.

FERMANA 74'AN: QIRKIRINA KU LI ŞENGALÊ JIN KIR HEDEF

Yek ji rûyên herî nixumandî yê qirkirinan jî bûyerên bi serê jinan ve hatibûn. Mêr gelek caran dibin hedefa înfazên girseyî, lê jin li gel kuştinê li tundiya zayendî, revandin, kolekirin, zewicandina bi zorê û qutkirina ji nasnameya xwe rast hatin.

Li gorî pisporan bedena jinan di gelek qirkirin û şer de ne tenê weke hedefeke şexsî, di heman demê de ji bo parçekirina binyadiya civakî weke amûrekê hate bikaranîn. Êrişa li ser jinên civakekê di heman demê de êrişa li ser hişê kolektîf, çand û paşeroja wî gelî ye.

BÎRA 'FERMANÊ' YA ÊZIDIYAN

Êzidî êrişên girseyî yên di herikîna dîrokê de lê rast hatin weke "Fermanê" pênase dikin. Ev gotina ku çavkaniya xwe bi Farsî ye tê wateya "Emir" an jî "Biryarname". Di nava civaka Êzidî de weke têgeheke dîrokî tê bikaranîn ku pêvajoyên komkujî û sirgûna bi zorê radixe pêş çavan.

Li gorî baweriya Êzidiyan di nava sedan salî de gelek caran ferman rabûn. Di hişê civakê de ev êriş ne tenê weke hilweşîneke fîzîkî, di heman demê de weke hewldanek ji bo tinekirina nasname û baweriyê jî hate dîtin.

3'Ê TEBAXA 2014: ÊRIŞA LI SER ŞENGALÊ

Di 3'ê Tebaxa 2014'an de Dewleta Îslamê ya Iraq-Şamê (DAÎŞ) li ser Şengalê dest bi êrişeke berfireh kir. Neteweyên Yekbûyî û gelek saziyên navneteweyî van êrişan weke qirkirineke li dijî civaka Êzidî pênase dikin.

Di dema êrişê de bi hezaran Êzidî hatin kuştin, bi sed hezaran neçar man ku cih û warê xwe biterikînin. Herî zêde jin û zarokan berdêla giran dan.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî bi hezaran jin û zarokên Êzidî hatin revandin, bi rêk û pêk koletiya zayendî li wan hate ferzkirin û kirin amûrek ji bazara mirovahiyê. Jin li herêmên cuda li bazarên koleyan hatin firotin, gelek zarok ji malbatên xwe hatin qutkirin.

Li gel salên di ser re derbas bûne hîn jî aqûbeta gelek jin û zarokan nayê zanîn.

BEDENA JINÊ KIRIN AMÛRA ŞER

Êrişên li ser Şengalê careke din raxist pêş çavan ku di dema şer û qirkirinê de jin çawa bi rêk û pêk dibin hedef.

Navê jinên hatin revandin hate guhertin, zor li wan hate kirin ku dest ji baweriya xwe berdin û gelek caran hatin firotin, li tundiya zayendî ya gişran rast hatin ku di raporên navneteweyî de ev yek hate belgekirin. Gelek jin piştî bi salan hatibin rizgarkirin jî bandora travmayê dewam dike.

Rêxistinên Mafên Mirovan diyar dikin ku ev kiryarên li dijî jinan ne tenê sûcê şexsî ne, lê polîtîkayeke organîzeyî ye ku ji bo parçekirina civakê hate meşandin.

Gorên komî yên li Şengalê derketin holê li gel 12 salên di ser re derbas bûne hîn jî têne dîtin.

Di karên tîmên navneteweyî û rayedarên Iraqî de bi sedan gorên komî hatin tespîtkirin. Pêvajoya tespîtkirina nasnameyan dewam dike û gelek malbat hîn jî li benda hînbûna aqûbeta xizmên xwe ne.

Lêkolînên edlî yên li herêmê têne kirin ji bo belgekirina bûyeran li hiqûqa navneteweyî gelekî girîng e.

LÊGERÎNA EDALETÊ DEWAM DIKE

Di serî de Neteweyên Yekbûyî gelek saziyên navneteweyî ji bo belgekirina sûcên li dijî Êzidiyan, dîtina kesên winda û darizandina kiryaran kar dikin.

Daxwazên civaka Êzidî ne tenê naskirina bûyerên derbasbûyî ye. Daxwazên sereke yên Êzidiyan; dîtina jin û zarokên winda, eşkerekirina gorên komî, darizandina berpirsyaran, ji bo sûcên bi heman rengî dubare nebin garantiyên navneteweyî bêne afirandin.

Bûyerên li Şengalê qewimîn yek ji mînakên şênber e ku di dema şer û qirkirinê de jin çawa bi rêk û pêk dibin hedef.

LI ŞENGALÊ JIN JIYANÊ JINÛVE AVA DIKIN

Piştî êrişên DAÎŞ'ê yên 2014'an ên li ser Şengalê civaka Êzidî ne tenê bi hilweşîneke fîzîkî re rû bi rû man, her wiha travmayeke giran a civakî jî dîtin. Bi hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan, bi sed hezaran kes ji cih û warê xwe bûn. Bi taybetî jî sûcên herî giran li jin û zarokan hate kirin.

Di nava salên di ser fermanê re derbas bûn yek ji pêşketinên herî girîng ên li Şengalê rola jinan a ji bo jinûve birêxistinkirin û avakirina jiyana civakî ye.

Piştî êrişan ji ewlekariyê heta bi perwerdeyê, ji rêveberiyên xwecihî heta bi jiyana çandî li gelek qadan rêxistinbûnên nû hate avakirin.

Jinên Êzidî ji bo bûyerên bi serê wan ve hat dubare nebe giranî dan ser karên xweparastin, piştevaniya civakî û rêxistinbûna jinan. Tevlîbûna jinan li pêvajoyên biryardanê, jinûve avakirina jiyana civakî yek ji armancên wan ên bingehîn bû.

Di vê pêvajoyê de jin ne tenê mexdûr bûn, her wiha bûn hêmana esasî û çalak a jinûve avakirina civakê.

HÊZÊN XWEPARASTINÊ HATE AVAKIRIN

Yek ji rêxistiniyên piştî êrişên li ser Şengalê ava bûn Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bû. Ev rêxistiniya ji dilxwaza ava bû, bi armanca pêkanîna ewlekariya herêmê hate avakirin û beşdarî operasyonên li dijî DAÎŞ'ê bû.

Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) a ji jinan jî weke rêxistiniyeke li ser esasê xweparastina jina bi rêxistin bû. Jinan di çarçoveya dersên ji rabirdûyê wergirtî li qada ewlekariyê jî giranî da ser rêxistinbûnê.