Ajansa Nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA'yê li gorî agahiyên ji Wezareta Karên Derve ragihand, ku sibeha Şemiyê li Derya Xezerê êriş li ser keştiyeke wan a bazirganiyê hatiye kirin û teqînê li keştiyê rû daye.
Îranê diyar kir ku di êrişê de deryavanekî wan jiyana xwe ji dest da, yek jî birîndar bû.
'BINPÊKIRINA HIQÛQA NAVNETEWEYÎ'
Wezarta Karên Derve ya Îranê ragihand ku êriş ji aliyê Ûkraynayê ve hatiye kirin û ev yek weke "çalakiyeke êrişkariyê" ya "dijminane" pênase kir.
Wezaretê diyar kir ku Îran ti carî yekser tevlî şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê nebû û destnîşan kir ku êriş binpêkirina hiqûqa navnteweyî ye û hişyarî da ku şer dikare li qadeke hîn berfireh belav bibe.
KÎEV: ME ÊRIŞ BIR SER KEŞTIYÊN KU BARÊ WAN ALAVÊN LEŞKERÎ BÛ
Serokdewletê Ûkraynayê Volodimir Zelenskiy roja Şemiyê daxuyaniyek da û anî ziman ku li Derya Xezerê wan bi fuzeyên menzîldirêj êriş birine ser keştiyeke şer û keştiyên bi barê leşkerî ku Îran jî di nav de bû.