Eren: Çareseriya mayinde bi garantiya destûra bingehîn dibe

Serhat Eren pêvajoya piştî hevdîtina dawî ya bi Rêber Apo re nirxand û anî ziman ku sererastkirina bê Meclîsê wê di rêya çareseriyê de bibe gava destpêkê. Eren destnîşan kir ku çareseriya mayinde jî bi demokratîkbûn û garantiya destûra bingehîn dibe.

Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren piştî hevdîtina bi Rêber Apo re ku li dû navberek ji 55 rojan pêk hat, pêvajo nirxand. Eren anî ziman ku astengkirina hevdîtinê ya bi demdirêjî konsepta şer a di bîra civaka Kurd de bi bîr xist û destnîşan kir ku girîng e vê carê rewşeke bi heman rengî rû neda.

Eren diyar kir ku gotina Rêber Apo ya li ser xwişk û biratiya gelên Kurd û Tirk ku timî destnîşan dike, divê di gotinê de nemîne û pêwîste ev nêzîkatî bi garantiyên hiqûqî bê misogerkirin.

Serhat Eren ragihand ku tê fêhmkirin ku di hevdîtinê de sererastkirinên qanûnî bi berfirehî hatine nirxandin û anî ziman ku hevdîtinên Serokê Meclîsê bi partiyên siyasî re ya piştî vê hevdîtinê pêwîste di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Eren diyar kir ku di hevdîtinan de hîn naveroka qanûnê nehatiye nirxandin û got, nîqaş bi giranî li ser wê yekê tê kirin ku sererastkirin wê bi kîjan rêbazê bê Meclîsê û mutabaqata siyasî ya berfireh bi çi rengî pêk were.

Eren diyar kir ku di vê çarçoveyê de bi DEM Partiyê re jî hevdîtin hatiye kirin û anî ziman ku li gorî çavdêriyên wan ji bilî ÎYÎ Partî ti partiyeke siyasî bi rengekî kategorîk dijberî li vê sererastkirinê nekiriye. Serhat Eren ragihand ku ew li bendê ne ku sererastkirin heta dawiya hefteyê bikeve rojeva komîsyonê.

'EV QANÛN TENÊ DESTPÊK E'

Eren diyar kir ku piştî sererastkirinê wê li qada siyasî atmosfereke erênî pêk were û destnîşan kir ku ji bo DEM Partiyê ya girîng ew e ku di sedsala duyemîn a Komarê de pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin.

Eren ragihand ku ne tenê yên çek danîne divê yên li girtîgehê û derveyî welat karibin tevlî siyaseta demokratîk bibin, ji bo vê sererastkirinên hiqûqî bê kirin û anî ziman ku ew berfirehkirina qada siyaseta demokratîk girîng dibîne.

'DIVÊ PÊVAJOYA DEMOKRATÎKBÛNÊ DESTPÊ BIKE'

Eren destnîşan kir ku armanca bingehîn a sererastkirina qanûnî ya destpêkê ya ku tê hêvîkirin bê derxistin, ew e ku endamên rêxistinê, rêveber, yên li girtîgehan û derveyî welat jinûve karibin tevlî nava jiyana civakî bibin.

Serhat Eren ragihand ku qanûna destpêkê wê bi tena serê xwe çareseriyê nîne, lê belê ji bo vekirina deriyê çareseriyê wê bibe destpêkek.

'ÇARESERIYA MAYINDE BI GARANTIYA DESTÛRA BINGEHÎN DIBE'

Serhat Eren diyar kir ku pirsgirêka Kurd tenê bi qanûnan nikare bê çareserkirin, mesele bi esasî pirsgirêkeke destûra bingehîn e. Eren ragihand ku heta destûreke bingehîn a demokratîk nebe ya ku ziman, nasname, çand û pênaseya welatîbûnê vehewîne, çareseriyeke mayinde jî nabe. Eren destnîşan kir ku di pêvajoya ji niha û pê ve de têkoşîna li qada siyaseta demokratîk wê diyarker be.

Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren got, "Ji bo demokratîkbûna vî welatî û afirandina mercên jiyana hevpar û wekhev a gelan, em dixwazin ku her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Bendewariya me bi vî rengî ye."