Şewata li Pênciwênê hate vemirandin

Şewata li Pênciwênê li gel metirsiya mayin û teqemaniyan hate kontrolkirin. Bang li welatiyan hate kirin ku di mijara şewatê de baldar bin.

Şewata mezin a li gundê Kejanê ya li navçeya Pênciwên a Silêmaniyeyê ku sibeha 26'ê Tîrmehê ji ber sedemeke nediyar destpê kiribû, bi hewldanên tîmên arkujiyê, rêxistina Milkewe ya ji bo parastina jîngehê û welatiyên deverê hate kontrolkirin.

Di derbarê ziyanên şewatê de Qeymeqamê Pênciwên Ednan Kakereş ji Rojnewsê re axivî û got: "Di encama derketina agir de bi sedan donim daristanên xwezayî pûş û eraziyê deverê şewitî."

Ednan Kakereş diyar kir ku niha demsala havînê ye û li her derê pûş heye, ji ber wê daxwaz ji welatiyan kir ku bi baldarî nêzî daristan û jîngeha deverê bibin û nebin sedemê derketina şewatan.