Piştî êrişa Îranê agir bi çiyayê Heybet Sultan ket

Hêzên rejîma Îranê êriş birin ser navçeya Koye ya Hewlêrê. Ji ber êrişê agir bi çiyayê Heybet Sultan ket.

Li gorî agahiyên Rojnewsê, beriya çend kêliyan rejîma Îranê bi dronek xwekuj êrişî pişta Zanîngeha Koye kir ku li pişta wê çiyayê Heybet Sultan heye.

Hat gotin ku piştî êrişê li beşek ya Heybet Sultan şewat derketiye. Têkildarî ziyanên êrişê agahiyên zelal bi dest neketine.

Roja 21’ê Tîrmehê jî li çiyayê Ezmer û Guwêje yên Silêmaniyê şewatek mezin derketibû. Piştre çapemeniya nêzî Pasdarên Îranê ragihandibûn ku şewat ji ber êrişa Îranê derketiye.