Sahar Bageri: Rastiyên ku Kurd û çepgir hîn jî red dikin ku bibînin

Lêkolîner Sahar Bageri, di gotara xwe ya ku di rojnameya L'Humanité de hat weşandin de got, "Ev rewş sînorên şêweyê berovajîkirî yê têgihîştina dij-emperyalîzmê derxîne holê."

Lêkolîner û pispora Kurdistanê ya li Enstîtuya Têkiliyên Navneteweyî û Stratejîk (IRIS) Sahar Bageri, di rojnameya Fransî L'Humanité de gotarek bi sernavê "Kurd û rastiyên ku çepgir hîn jî red dikin ku bibînin" nivîsî. Sahar Bageri ku Kurdan wekî ‘xala nediyar a dij-emperyalîzmê" pênase dike, vê yekê dibêje, "Kurd ne amûrê hêzên mezin in û ne jî tenê guhêrbareke stratejîk in. Ew gelekî têkoşer in."

Nivîskar Sahar Bageri, dibêje ku beşek ji çepgiran û raya giştî emperyalîzmê tenê wekî zexta welatên Rojavayî bi taybetî DYE’yê dibînin. Sahar Bageri, diyar dike ku ev nêrîna şaş dibe sedem ku zext û êrîşên dewletên wekî Îran û Tirkiyeyê yên li ser Kurdan wekî "meseleyên navxweyî" bêne dîtin û rastiya êrîşan bê nixumandin.

Sahar Bageri, destnîşan dike ku cîhan tenê di navbera dewletan de tê destgirtin û got ku zext û bombardumanên Îranê yên li ser partî û wargehên penaberan ên Kurdan li Herêma Kurdistanê tên paşguhkirin. Sahar Bageri, anî ziman ku Kurd tenê dema ku dibin beşek ji siyaseta hêzên mezin ên wek DYE di medyayê de tên dîtin.

Nivîskar, teqez dike ku Kurd ne lîstikok ango amûrê hêzên mezin in û dibêje ku tevî hemû astengî, şer û sirguniyê jî, Kurd bi salan e ku bi damezrandina partî, sendîka û saziyan hebûn û têkoşîna xwe ya siyasî diparêzin.

Sahar Bageri dibêje, “Civaknas Îsmaîl Beşîkçî demekê Kurdistan wekî “mêtingeha navneteweyî" pênase kiribû; ango erdnîgariyeke ku di navbera çend dewletan de hatî parvekirin û di warê siyasî de nayê naskirin. Ev pênase îro jî derbasdar e.

Kurd ne tenê bi dewletên ku axa wan parve kirine re rû bi rû ne; di heman demê de ji ber ku bêdewlet in, rastî bêparêziyeke cotane tên. Ew hem di bin zextê de ne, hem jî ji amûrên siyasî yên ku dê naskirina vê zextê di asteke navneteweyî de dabîn bikin bêpar in.”

Nivîskar Sahar Bageri, dibêje divê Kurd ne tenê li gorî berjewendiyên Enqere, Tehran an Washingtonê bêne nirxandin û got ku çareserî û şikandina vê bêdengiyê bi naskirina Kurdan wekî "pêkhateyeke siyasî ya serbixwe" ku ji bo siberoja xwe têkoşînê dide, pêkan e.