Ji bo parêzvana mafên jinên Kurd Gulhatun Kara kampanyaya

Piştî ku statuya penaberiyê ya parêzvana mafên jinên Kurd Gulhatun Kara ku li Fransayê dijî hat betalkirin û ew bi metirsiya dersînorkirinê re rû bi rû ma, ji aliyê rêxistinên femînîst û nûnerên civaka sivîl ve kampanyaya piştgiriyê hat destpêkirin.

Gulhatun Kara ku ji sala 1991’an û vir ve li Fransayê weke penaber dijî û 61 salî ye, bi salan e bi xebatên xwe yên di nav têkoşîna mafên jinên Kurd û tevgera femînîst de tê nasîn. Gulhatun Kara ku di torên komeleyên femînîst de bi awayekî aktîf cîh digire, di mercên şer, sirgûnî û zextê de bûye dengê jinan.

Lê rayedarên Fransî berovajî vê yekê, li ser bingehê raporeke ku ji servîsên îstîxbaratê hatiye û ji bo raya giştî nehatiye eşkere kirin, statuya penaberiyê ya Gulhatun Kara betal kirin. Ev biryar ligel ku Dadgeha Neteweyî ya Îltîcayê xetereyên ku dibe Gulhatun Kara di rewşa dersînorkirina bo Tirkiyeyê de pê re rû bi rû bimîne qebûl kiriye û li dijî dersînorkirina wê nêrîn diyar kiriye, hatiye girtin.

Li ser biryara Wezareta Navxweyî, Gulhatun Kara di bin hepsa malê de ye û neçar e ku heftiyê du caran îmzeyê bide; lewma metirsiya dersînorkirina bo Tirkiyeyê berdewam dike. Rêxistinên ku kampanya dane destpêkirin diyar dikin ku di sala 2024’an de dersînorkirina aktivîstekî di mercên mîna vê de fikaran zêdetir dike û radigihînin ku di raporên bijîşkî de krîzên fikarê (anksiyete), pirsgirêkên bîrê û windakirina kîloyê yên Gulhatun Kara hatiye belgekirin.

Rêxistinên femînîst û nûnerên civaka sivîl, daxwaz dikin ku biryara dersînorkirinê tavilê bê betalkirin, karûbarên li ser bingehê raporên hatine derxistin bêne rawestandin, garantî bê dayîn ku ew nayê şandin bo Tirkiyeyê û gihîştina wê ya xizmetên tenduristiyê bê peydakirin.

Kampanyaya ku bi banga "Têkoşîna Gulhatun Kara ne tenê dozeke kesane ye, parçeyek ji têkoşîna azadiya jinan e" hat destpêkirin; bi piştgiriya siyasetmedar, akademîsyen, hunermend û aktivîstan di demeke kurt de gihîşt bi sedan îmzeyan.

Lînka ji bo piştgiriyê: