Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) ji bo endamê KNK’ê û hevşaredarê berê yê Xinûsê Hasan Basrî Firat ku li nexweşxaneyek li Wuppertal a Elmanyayê lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da peyamek sersaxiyê weşand.
Di peyamê de hat diyarkirin ku ji ber wefata neviyê Şêx Seîd Hasan Basrî Firat ew xemgîn in û wiha hat gotin: "Me bi xemgîniyeke mezin bihîst ku neviyê Şêx Seîd Efendî yê ku di dîroka berxwedana Kurdan û di bîra kolektîf a Kurdan de cihekî bêhempa digire, hevşaredarê berê yê Xinûsê, endamê KNK’ê û endamê Konseya CÎK’ê ya Ewropayê Hasan Basrî Firat li sirgûnê jiyana xwe ji dest daye.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Hasan Basrî Firat mîrateya dîrokî ya ku ji malbata xwe dewr girtiye û jiyana xwe ji bo têkoşîna gelê Kurd a ji bo maf, edalet û azadiyê terxan kiriye.
Di peyamê de hat bibîrxitin ku Firat tevî zilm, dariznadin û sirgûnê jî dev ji nirxên diparast berneda û got, “Ji ber dozên lê hatin vekirin û zilmên ku ew pê re rû bi rû ma neçar ma ku salên dawî yên jiyana xwe li sirgûnê derbas bike.Tevî vê jî qet dev ji nirxên ku ew bawer dikir û têkoşîna xwe berneda."
CÎK’ê got ku Firat bi helwesta xwe ya ku yekîtiya neteweyî, aştiya civakî û çareseriya dmeokratîk û bi rûmet a pirsgirêka Kurd mîrateyek girîng a têkoşînê li pey xwe hişt û wiha wiha berdewam kir: “Hasan Basrî Firat di serdemek ku lêgerîna aştî û çareseriyan ji nû ve tê nîqaşkirin de bi helwesta xwe ya rêgezî û baweriya bi aştiyê wê rê nîşanî nifşên pêşerojê bide.”
Di dawiya peyamê de CÎK’ê di serî de ji malbata Firat, malbata Şêx Seîd û hemû xizm, dost û hevalên Hasan Basri Firat û gelê Kurd re sersaxî û sebir xwest.