Li Fransayê zêdetirî 116 hezar hektar şewitî
Li Fransayê ji destpêka havînê ve zêdetirî 116 hezar hektar daristan şewitî. Rayedaran daxuyandin ku di dîroka welat de havîna 2026’an a herî bi şewat e.
Li Fransayê ji destpêka havînê ve zêdetirî 116 hezar hektar daristan şewitî. Rayedaran daxuyandin ku di dîroka welat de havîna 2026’an a herî bi şewat e.
Wezîrê Karên Hundir Laurent Nuñez piştî civîna kabîneyê axivî û diyar kir ku ji destpêka havînê ve li seranserê welêt 13 hezar û 566 şewat hatine tomarkirin û anîziman ku bi tevahî 116 hezar û 85 hektar şewitîn. Nuñez rewşê wekî "bi tevahî îstîsna û sezoneke bêhempa" bi nav kir.
Her wiha li gorî daneyên Sîstema Agahdariya Şewatên Daristanan a Ewropî (EFFIS) di meha yekem a havînê de li parzemîna Fransayê nêzîkî 78 hezar hektar daristan şewitî. Ev hejmar ji niha ve 66 hezar û 337 hektara ku di sala 2022’an de, şewtî li pey xwe hişt.