KCDK-E’yê ji bo Hasan Basrî Firat peyama sersaxiyê da
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropa (KCDK-E) ji bo neviyê Şêx Seîd, kurê Şêx Ehmed û Hevşaredarê berê yê Xinûsê Hasan Basrî Firat peyama sersaxiyê weşand.
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropa (KCDK-E) ji bo neviyê Şêx Seîd, kurê Şêx Ehmed û Hevşaredarê berê yê Xinûsê Hasan Basrî Firat peyama sersaxiyê weşand.
Di peyama nivîskî de hate gotin, “Me bi xemgîniyeke kûr zanî ku neviyê Şêx Seîd, kurê Şêx Ehmed û Hevşaredarê berê yê Xinûsê Hasan Basrî Firat li sirgûnê jiyana xwe ji dest da.”
KCDK-E’yê di dewama peyamê de ev tişt diyar kirin:
“Hasan Basrî Firat ji dema HEP’ê û vir ve bi rengekî aktîf di siyaseta demokratîk a Kurd de cih girt û sala 2014’an bû Hevşaredarê Xinûsê. Firat di sirgûnê de li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê, li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû di 72 saliyê de jiyana xwe ji dest da.
Hasan Basrî Firat di dema hevşaredariyê de û di salên dirêj ên sirgûna li Ewropayê de jî bi sekna xwe ya welatparêz û têkiliya xurt a bi gelê xwe yê kedkar re ava kirî, hate naskirin. Xwedî li mîrateya Şêx Seîd derket û di tevahiya jiyana xwe de bû dilsozê têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê xwe.
Weke KCDK-E di serî de malbata wî em ji xizm, dost û gelê Kurdistanê re sersaxî dixwazin. Em Hasan Basrî Firat li gel kesayeta wî ya têkoşer, kedên wî yên binirx û dilsoziya wî ya bi gel re bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin.”