ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Hevberdevka HDK'ê û Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş anî ziman ku qanûna tê amadekirin wê bibe zemîna destpêkê ya hiqûqî ya pêvajoyê û got, wê pirsgirêkan hemûyan çareser neke, lê belê ji çareseriya demokratîk wê bibe gaveke dîrokî.
Ji berxwedêrên Sûka Serî Çeko got, "Di şerê 11 mehan de rojeke bi tenê ya bêyî berxwedanê derbas nebû. Gelek caran av û nan bi destê me nediket. Lê belê her kesî bi sedem û armanca vî şerî zanî bû, lewma guh nedidan zor û zehmetiyan."
Civînên li Qeter û Ummanê ne tenê gotûbêjên dîplomatîk bûn; ew rêxistina jeopolîtîk a fermanê bûn. Analîza Îbrahîm Êzidî.
KBPNY di salvegera 75'emîn a Peymana Penaberan de ji bo parastina mafê penaberiyê, bicihanîna rêgeza venegerandinê û zêdekirina piştgiriya navneteweyî ya ji bo penaberan bang kir.