Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo endamê KNK’ê û hevşaredarê berê yê Xinûsê Hasan Basrî Firat ku li Elmanyayê wefat kir peyama sersaxiyê weşand.
KNK’ê diyar kir ku Hasan Basrî Firat ê ku di 27’ê Tîrmeha 2026’an de li Elmanyayê li sirgûnê wefat kir, jiyana xwe ji bo têkoşîna maf, azadî û yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd terxan kiriye.
KNK’ê bi bîr xist ku Firat heta dawiya jiyana xwe di nav refên KNK’ê de bi bawerî û berpirsiyarî ji bo yekîtiya neteweyî, mafên gelê Kurd û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd xebitî û got, “Biryardariya Hasan Basri Firat a têkoşînê wê bibe pîvana hewldanên me yên asta neteweyî. Têkoşîna wî wê ji bo me bibe pîvan û çavkaniya moralê.”
KNK di dawiya peyamê de ji malbata Hasan Basrî Fîrat, malbata Şêx Seîd, xizmên wan û hemû gelê Kurd ê welatparêz re sersaxî xwest.