Hêzên rejîma Îranê li Sine ji heman malbatê 3 kes qetil kirin

Wênesaz û hunermend Mehdî Tewakulî, dayiak wî Meryem Eslanî û xwişka wî Sumeya Tewakulî di êrîşeke çekdarî ya hêzên rejîam Îranê de li Sine hatin qetilkirin.

Li bajarê Sine di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de 3 kes hatin qetilkirin. Li gorî çavkaniyên herêmî, wênesaz û hunermendê 37 salî Mehdî Tewakulî, dayika wî Meryem Eslanî û xwişka wî Sumeya Tewakulî di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan.

Di derbarê sedema êrîşê de agahî nehatin bidestxistin.

Wênesaz û hunermendê ji Sineyê Mehdî Tewakulî têkildarî penaberên Êzîdî yên ji Şengal û Rojava gelek pêşangeh organîze kir û di dîrokên cêda de hat girtin û ceza lê birîn.

Mehdî Tewekulî yê ku li Komeleya Sînemaya Ciwanên Kurdistanê mamosteya wênekêşiyê dike di 12’ê Cotmeha 2016’an de li Sine ji aliyê hêzên rejîmê ve hate girtin û piştî 35 lêpirsînên li Buroya Îstîxbaratê wî şandin Girtîgeha Navendî ya Sine. Piştre bi kefaletê hat berdan û di Tîrmeha 2017’an de ji aliyê Şaxa 1emîn a Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Sine ve bi tawanbariya "li dijî ewlehiya neteweyî tevgerîn" du sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Tewekulî piştî cezayê xwe qedand, di Mijdara 2019’an de dîsa ji aliyê hêzên rejîmê ve hat girtin û mehek şûnde bi kefaletê hat berdan.