Neviyê Şêx Seîd, Hasan Basrî Firat li sirgûnê wefat kir
Hevşaredarê berê yê Xinûsê neviyê Şêx Seîd, Hasan Basrî Firat (72) li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê li nexweşxaneyê wefat kir.
Hevşaredarê berê yê Xinûsê neviyê Şêx Seîd, Hasan Basrî Firat (72) li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê li nexweşxaneyê wefat kir.
Hevşaredarê berê yê Xinûsê û Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Hasan Basrî Firat jiyana xwe fedayî têkoşîna azadî û demokrasiyê ya Kurd kir û jiyana xwe bi girtin, sirgûn û fealiyetên siyasî yên bênavber derbas kir. Hasan Basrî Firat li Nexweşxaneya Helios Universitätsklinikum Wuppertal (Zanîngeha Witten/Herdecke) jiyana xwe ji dest da. Firat ev demek bû ji ber pirsgirêkên tenduristiyê li nexweşxaneyê tedawî didît û di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de dihat ragirtin. Hat zanîn ku danê siharê wefat kiriye.
Piştî wefata wî siyasetmedarên Kurd ên li sirgûnê, nûnerên saziyên Kurd ên demokratîk û xizmên Firat berê xwe dan nexweşxaneyê.
JI HEVSEROKATIYÊ HETA SIRGÛNÊ…
Hasan Basrî Firat sala 1954’an li gundê Kolhîsar a navçeya Xinûs a Erziromê ji dayik bû. Weke endamekî malbata Şêx Seîd, ji temenê xwe yên ciwantiyê û şûnde di nava têkoşîna siyasî de cih girt.
Firat sala 1990’an wezîfeya Hevserokatiya Navçeya Xinûs a Partiya Kedê ya Gel (HEP) meşand, piştî polîtîkayên zextê yên li herêmê û pêvajoya binçavkirinê neçar ma ku ji warê xwe biçe û salên dirêj li Mêrsînê li sirgûnê jiya. Di destpêka salên 2000’î de car din vegerî Xinûsê û têkoşîna xwe ya di siyaseta demokratîk a Kurd de bi biryardarî domand. Sala 2009’an wezîfeya Hevserokatiya Xinûsê ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (DBP) meşand.
Firat di hilbijartinên xwecihî yên 30’ê Adara 2014’an de weke namzetê kevneşopiya HDP/DBP’ê ji bo Hevşaredariya Xinûsê hate hilbijartin. Ji xeynî xebatên xwe yên şaredariyê, ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a meseleya Kurd bi roleke aktîf rabû.
Lê belê ji ber dozên li ser hatine vekirin û cezayên hepsê yên lê hatine birîn, di 10 salên dawî de neçar ma ku li Elmanyayê di sirgûnê de bijî.
DI BIN SÎWANA KNK’Ê DE DÎPLOMASÎ
Hasan Basrî Firat di salên sirgûnê de jî ji têkoşîna xwe tawîz neda, xebatên xwe veguhest qada navneteweyî. Firat demekê Endamtiya Şura ya Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) meşand, weke esas jî di bin bunyeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) de siyaseta aktîf domand. Weke endamê KNK’ê têkildarî yekîtiya neteweyî ya Kurd, dîplomasî û aştiya civakî xebat meşand.
CENAZEYÊ WÎ DÊ BIŞÎNIN KOLHÎSARÊ
Cenazeyê Hasan Basrî Firat piştî kar û barên fermî, wê bişînin gundê wî Kolhîsar û li qebristana malbatê were veşartin.