Şewatên daristanan ên ku ber bi başûrê rojavayê Bordeaux ê Fransayê be belav dibe her ku diçe mezin dibe. Endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bordeauxê (DKTM) çûn herêma şewatê û beşdarî xebatên vemiradinê bûn.
Şewatên ku ji ber germahiya zêde her ku diçe mezin dibe, zirareke mezin dide daristanê. Tîmên ku li herêmê bê navber dixebitin mudaxeleya xwe didomînin. Dildarên DKTM’ê yên Bordeauxê Fransayê bi piştgiriya vemirandina şewatê re, li noqteyên lojîstîkê yên ku pêwîstî pê hene xebatên alîkaroyê dimeşînin.