BI DÎMEN

Salvegera Şoreşa Rojava li Anversê hate pîrozkirin

Bi boneya salvegera Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê li bajarê Anvers ê Belçîkayê şahî hate lidarxistin.

ŞOREŞA ROJAVA

Şahiya ku bi pêşengtiya ciwanên Apoyî li bajarê Anvers hate lidarxisitn, bi yek deqe rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir. Li ser wate û armaca Şoreşa Rojava û girîngiya hatina gel hev a komînwarî, axaftin hatin kirin.

Piştre gelek hunermendên ciwan ên weke Diyar Gerîlya, Kawa Somer, Koma Pel, Hunermend Besê û Xelîl Sadiqî bi stranên xwe coşeke mezin dane beşdarvanan. Di dema stranan de bê navber dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.

Şahiya ku li parka navenda bajêr hate lidarxistin, heya derengiya êvarê dom kir.