Nûnerên saziyên Kurdistanî û hêzên siyasî yên Rojhilat ên ku li Toronto ya Kanadayê xebatên xwe dimeşînin, derbarê êrîşa li ser Baregeha Zirgiwêze ya Silêmaniyê daxuyanî dan û merasîma bîranînê li dar xistin.
Nûnerên Rêxistina Berxwedana Kurdistanê (Xebat), du pêkhateyên siyasî yên cuda yên Komeleyê, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Partiya Demokratîk a Kurdistana Îranê (PDK-Î) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) yên li Kanadayê beşdar bûn.
Di daxuyaniyê de 9 pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê-Îran ên ku di êrîşê de şehîd bûn hatin bîranîn û sersaxî ji malbat, hevalên wan ên têkoşînê û gelê Kurdistanê re hat xwestin.
LI DIJÎ ÊRÎŞAN BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR
Di daxuyaniyek hevpar de, êrîşa li ser Baregeha Zirgiwêze hat şermezarkirin û hat diyarkirin ku êrîşên li dijî gelê Kurd û destkeftiyên Kurdistanê tenê bi yekîtiya neteweyî, hevgirtin û têkoşîna hevpar dikarin werin rawestandin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Li kîjan beşa Kurdistanê û ji hêla kîjan hêzan pêk were em ê bi hev re li dijî êrîşên li dijî gelê Kurd xwedî helwest bin.”
Beşdaran banga parastina destkeftiyên siyasî û demokratîk ên her çar beşên Kurdistanê û bi taybetî Rojhilatê Kurdistanê kirin.
BAL KIŞANDIN SER BERXWEDANA JIN, JIYAN, AZADÎ
Di axaftinên hatin kirin de, bal kişandin ser girîngiya berxwedana "Jin, Jiyan, Azadî" a ku di bin pêşengiya jinan de li Rojhilatê Kurdistanê pêş ket.
Hat diyarkirin ku têkoşîna di bin pêşengiya jinan de bilind bû ne tenê azadiya jinan, di heman demê de daxwaza gel a demokrasî, wekhevî û jiyanek azad temsîl dike. Hat destnîşankirin ku ev berxwedan sînorên Îranê derbas kiriye veguheriye têkoşînek gerdûnî ya azadiya jinan û bûye yek ji dînamîkên girîng ên guhertina civakî.
ERTUGRUL: EM DIKARIN BI HEV RE ÊRÎŞAN RAWESTÎNIN
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kanadayê Kadrî Ertugrul di axaftina xwe de êrîşên rejîma Îranê yên li dijî gelê Kurd şermezar kir.
Ertugrul diyar kir ku ew ê li dijî zilm, êrîş û komkujiyên li ser gelê Kurd li ber xwe bidin û got, "Bi tevgerîna ji bo yekîtî û hevgirtinê re em dikarin êrîşên li ser gelê Kurd rawestînin. Êrîşa li dijî her parçeyê Kurdistanê êrîşa li ser gelê Kurd e."
HEWRAMÎ: DIVÊ TÊKOŞÎNA DEMOKRATÎK A HEVPAR BÊ MEZINKIRIN
Nûnerê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) yê Torontoyê Zekeriya Hewramî têkildarî pêşketinên li Rojhilata Navîn û polîtîkayên herêmî yên hêzên navneteweyî de nirxandin kir.
Hewramî diyar kir ku hêzên navneteweyî hewl didin li gorî berjewendiyên xwe yên jeopolîtîk û stratejîk ji nû ve teşe bidin Rojhilata Navîn û divê têkoşîna demokratîk a hevpar a li dijî beralîkirina îradeya gelê Kurd a li gorî berjewendiyên hêzên biyanî were mezinkirin.
BANGA RAWESTANDINA DARVEKIRINAN LI ÎRANÊ KIRIN
Di daxuyaniya hevpar de cezayên darvekirinê, polîtîkayên zextê û binpêkirina mafê jiyanê yên li Îranê hatin protestokirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rejîma Îranê, ji bilî ferzkirina birçîbûn û xizaniyê, hewl dide bi darvekirin, girtin û polîtîkayên tundûtûjiyê di civakê de atmosferek tirsê biafirîne û wiha hat gotin, "Divê polîtîkayên darvekirinê yên ku bi taybetî girtiyên siyasî yên Kurd, ciwanan, jinan û muxalifan hedef digirin demildest bi dawî bibin. Ev pêkanînên ku mafê jiyanê yê gel hedef digirin nayên qebûlkirin."
BANGA HEVGIRTINA BI BERXWEDANA ROJHILATÊ RE HAT KIRIN
Çalakî bi bîranîna 9 pêşmergeyên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan û banga hevgirtinê bi dawî bû.
Daxuyaniya hevpar wiha bi dawî bû: "Em 9 pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê-Îranê yên ku şehîd bûn bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin; em sersaxiyê ji malbat, hevrêyên wan û gelê Kurdistanê re dixwazin. Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî êrîşên Îranê, xwedî li berxwedana Rojhilatê Kurdistanê derkevin û hevgirtinê mezin bikin.”