Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Li Hewlêrê gelek drone ji aliyê sîstema parastina hewayî ya hêzên koalîsyonê ve hatin xistin. Her wiha li Geliyê Alanê yê li Xelîfanê jî droneyek ket.
Li Hewlêrê gelek drone ji aliyê sîstema parastina hewayî ya hêzên koalîsyonê ve hatin xistin. Her wiha li Geliyê Alanê yê li Xelîfanê jî droneyek ket.
Rejîma Îranê doh bi şev careke din bi droneyan êrîş bir ser Başûrê Kurdistanê. Tê gotin li Hewlêr û Xelîfanê dronên rejîmê ji aliyê sîstema parastinê ya koalisyona navneteweyî ve hatine xistin. Her wiha li derdora Hewlêrê dengê balafirên şer jî hate bihîstin.
Li gorî agahiyan, li ser ezmanê navçeya Soranê 5 drone hatin dîtin. Tê gotin yek ji wan droneyan li Geliyê Alanê yê ser bi navçeya Xelîfanê ve ketiye xwarê, ku baregehên Partiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê lê ne.
Piştî ketina droneyê agir bi qadêket, şêniyên herêmê ji bo vemirandina agir çûn cihê bûyerê.