Destpêkeke rast ji bo hiqûqa pozîtîf
Eger gavên piştre bên avêtin û qanûnên derbikevin derî veke, wê ev qanûn Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi pêş ve bibe.
Eger gavên piştre bên avêtin û qanûnên derbikevin derî veke, wê ev qanûn Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi pêş ve bibe.
Piştî hevdîtina 20’ê Tîrmehê li Îmraliyê hat kirin, tê gotin wê qanûna çarçoveyê jî bînin Meclîsê. Li Îmraliyê têkildarî vê yekê nîqaşek hatiye kirin. Rêberê Gelê Kurd ji bo qanûna derbikeve hişyarî kiriye ku divê nêzîkatiyên hêsan, teng û xizmetê ji siberojê re nakin neyên raberkirin û têkildarî hesasiyetên beramber baldarî hebe. Îmralî bi vî rengî diyar kiriye ku qanûna têkildarî hişyariyên wî baldar, wê bibe destpêkek.
Eger gavên piştre bên avêtin û qanûnên derbikevin derî veke, wê ev qanûn ji aliyê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve pêşketinê biafirîne. Em hêvî dikin di serî de partiyên desthilatdariyê, hemû partî di asta giranahiya pirsgirêkê de bi hestiyar bin û qanûneke ku weke destpêkek were hesabkirin derbixin. Meclîs eger têkildarî pirsgirêka Kurd ku pirsgirêka herî esas a Tirkiyeyê ye, qanûnek baş dernexe wê demê wê ew Meclîs were lêpirsînkirin.
Rêberê Gelê Kurd 27’ê Sibata 2025’an Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. PKK’ê rojek piştî vê bangê agirbest îlan kir. Piştre PKK’ê Kongeya xwe ya 12’an lidar xist û têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê bi dawî kir. Delegeyên Kongreya 12’an PKK fesix kirin. Ji bo îradeya bidawîkirina têkoşîna çekdarî were nişandan, 11’ê Tîrmeha 2025’an bi pêşengiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat 30 gerîlayan çekên xwe şewitandin. 26’ê Cotmeha 2025’an endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok bi gerîlayên ku ji sînorên Tirkiyeyê derketine re civîneke çapemeniyê lidar xist. Tevgera Azadiyê ya Kurd tevî ku ev gav avêtin, dewleta Tirk gavên pêwîst neavêt, lewma raya giştî li dijî gav neavêtina desthilatdariya AKP’ê helwest raber kir. Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê daxwaza ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêşxistina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi israr anî ziman.
Hevdîtina 20’ê Tîrmehê li aliyekê jî piştî pêşketina bertekên gelê Kurd û hêzên demokrasiyê, pêk hat. Piştî hevdîtinê daxuyaniyên erênî yên heyeta DEM Partiyê, di rêjeyek mezin de dilê raya giştî rehet kir. Çêbûna hestekî wiha, ji bo pêvajoyê rewşeke erênî ye. Nîşan dide ku eger desthilatdarî gavên erênî bavêje, wê desteka civakî zêde bibe. Eger desthilatdarî di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gav neavêje, dibe ev yek dawiya desthilatdariyê bîne. Ji bo çareseriya pirsgirêkeke 100 salî ya mîna meseleya Kurd, desteka civakî girîng e. AKP’ê dixwest bêyî desteka civakî, bi hêza desthilatdariyê li gorî xwe encamekî bi dest bixe. Lê ev pêvajoya ku nêzî du sal in didome, di civakê de hinek tişt haveyn kirine. Hewldaneke civakî ya ji bo destek bide Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, xurt bûye.
Ev rastî vê nîşan dide; eger hemû hêzên demokrasiyê xwe rêxistin bikin û ji bo pêşxistina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk têbikoşin, desthilatdarî nexwaze jî wê neçar bimîne hin gavan bavêje. Ji vî alî ve eger bêyî ku were gotin ka desthilatdarî wê çi bike çi neke, destek bê dayîna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wê qanûnên ku pêşî li çareseriya pirsgirêka Kurd vebikin derbikevin. Eger qanûna çarçoveyê bibe destpêkek, civak wê bi têkoşînê vê destpêkê veguherîne pêvajoyeke nû ku gavên girîng bên avêtin.
Ev eşkere ye ku, qanûna li Meclîsê derbikeve eger di asta Rêberê Gelê Kurd diyar kirî de derbikeve, piştre wê geşedanên girîng pêk bên. Ji ber ku Rêbertî her tim îradeyeke siyasî ya ku bûyî sedema geşedanên girîng, raber kiriye. Eger Rêberê Gelê Kurd bi erênî nêzî qanûna li Meclîsê derbikeve bibe, wê demê hem desteka gelê Kurd hem jî ya gelên Tirkiyeyê ji bo siberojê encamên pir erênî biafirîne. Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê wê berhemên berdêlên giran ên heta niha hatine dayîn û kedên dayîne, biçîne.
Gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê divê bibînin ku têkoşîna wan a sed salî ji bo demokratîkbûnê tecrûbeyeke pir girîng û bingehek ava kiriye. Ev têkoşîn wê bi entegrasyona demokratîk û komara demokratîk pirsgirêka Kurd çareser bike. Divê mirov ji bandora xurt a têkoşîna mezin a ku heta niha hatî meşandin, bawer bike. Lewma Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dewama têkoşîna sedsalî ye. Eger ev pêvajo wisa were dîtin, wê xwedî derketina li kedên hatine dayîn pêk were û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bigihije serketinê.
Serketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî wê ne tenê pirsgirêka Kurd, wê pirsgirêka baweriyê ya Elewiyan û hemû pirsgirêkên din ên Tirkiyeyê çareser bike.
Çavkanî: Rojnameya Yenî Yaşam