Guterres ji bo geşkirina hevdîtinên aştiyê li Qibrisê ye

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ji bo jinûve geşkirina hewldanên çareserkirina pirsgirêka Qibrisê serdana giravê kir. Guterres bi lîderên Rûm û Tirk ên giravê re dest bi hevdîtinan kir.

Serdana Sekreterê Giştî yê NY'ê piştî bêencammayina hevdîtinên aştiyê yên sala 2017'an ên li bajarê Crans-Montana yê Swîsreyê weke gaveke girîngf ji bo pêvajoya muzakereyan a nû tê dîtin.

Guterres piştî ku nîvê şevê gihîşt giravê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyaniyek da û got, "Di lêgerîna çareseriya mayinde û berfireh de ya ji bo pirsgirêka Qibrisê, ji bo nîşan bidim ku piştgiriyê didim civakên Qibrisî hatim Qibrisê."

Sekreterê Giştî yê NY'yê got, "Neteweyên Yekbûyî nikare aştiyê ferz bike. Aştî tenê ji aliyê Qibrisiyan û lîderên wan ve dikare bê avakirin."

Di çarçoveya bernameya Guterres de hate plankirin ku destpêkê bi lîderê Rêveberiya Rûm a Qibris a Başûr Nikos Christodoulides, piştre jî bi Serokkomarê Komara Tirk a Qibris a Bakur (KKTC) Tûfan Erhurman re hevdîtin bê kirin ku KKTC a dagirkirî tenê ji aliyê Tirkiyeyê ve tê naskirin.

Li gorî çavkaniyên NY'yê Guterres wê di nava rojê de bi nûnerên saziyên civakî yên sivîl re jî hevdîtinê bike. Danê êvarê jî wê herdu lîderan di xwarinê de bîne gel hev. Tê gotin ev kombûna li hev wê amadekariya civîna bilind a sê alî ya roja Çarşemê be.

Qibris, piştî darbeya bi piştgiriya Yewnanistanê ya sala 1974'an, bi operasyona dagirkeriyê ya leşkerî ya Tirkiyeyê ya li bakurê giravê re di pratîkê de bûye du parçe. Di nava bi dehan salan de bi pêşengiya NY'ê gelek muzakere hatin kirin û li gel hebûna Hêza Aştiyê ya NY'yê çareseriyeke berfireh nehate afirandin.