ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Şamê di teqînê de 18 kes birîndar bûn
Hate ragihandin ku li Şamê di 2 teqînan de 4 jê polîs 18 kes birîndar bûn. Wezareat Karên Hundir a hikumeta demkî diyar kir ku teqînê bandor li herêma ku Serokkomarê Fransayê lê bû nekiriye. -
Li Şamê li nêzî otela ku Macron lê dima teqîn
Li Şamê li nêzî otela ku Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron lê bû teqînekê rû da. -
Ji bo gaziyan perwerdeya têkildarî entegrasyona demokratîk
Ji bo gaziyên Rojava li ser esasê nirxandinên Rêber Apo têkildarî entegrasyona demokratîk dewreyeke perwerdeyê ya dorveger destpê kir. Di roja yekem a perwerdeyê de perpektîfên Rêber Apo hatin xwendin û nirxandin. -
Xelkê Qamişloyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daketin qadan
Bi sedan kesan li Qamişlo bi dirûşma "Rêberê Azad, Gelê Azad" daketin qadan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin. -
Li Kobanê cenazeyên 4 şehîdan hatin veşartin
Şêniyên Kobanê cenazeyên 4 şervanên ku di dem û deverên cuda şehîd bûbûn, li Mezargeha Şehîd Dicle veşartin. -
Koçberên Serêkaniyê: Heta ku daxwazên me bên pêşwazîkirin, wê çalakiyên me bidomin
Koçberên Serêkaniyê daxwaza vegera ewle bo malên xwe û ravekirina sedemên derengketina çareserkirina rewşa wan kirin. Koçberan diyar kir ku ew ê tevgera xwe ya aştiyane bidomînin heta ku daxwazên wan werin bicîanîn. -
QSD'ê nasnameya 4 cangoriyan eşkere kir
QSD'ê şehadeta şervanên xwe Egîd Efrîn, Zinar Efrîn, Berçem Berx Botan û Egîd Bab ragihandin. -
Li Hesekê 24 hezar û 144 donim ji zeviyê çandiniyê şewitî
Li gorî rapora Midûriyeta Çandiniyê, ji destpêka dema çinînê û vir ve li Hesekê 24 hezar û 144 donim zeviyê çandiniyê şewitî. -
Leşkerên Tirk li Til Temirê careke din agir berdan zeviyan
Leşkerên dewleta Tirk a dagirker li gundê Menaxê yê li bakurê Til Temirê careke din agir berdan qadê. Tîmên arkujiyê û xelkê herêmê ji bo vemirandina şewatê seferber bûne. -
10 Efrînî li ser rêya Reqa-Hesekê hatin girtin
Hêzên girêdayî Wezareta Karên Hundir a hikumeta demkî ya Sûriyeyê 10 ciwanên Kurd ên ji Efrînê li bendeke kontrolê ya li gundewarên Reqayê, dema ku ew bi malbatên xwe re ber bi parêzgeha Hesekê ve diçûn, girtin. -
Di êrîşa li dijî benda kontrolê ya Şamê de êrîşa bombeyî pêk hat
Di êrîşa li dijî benda kontrolê ya li herêma Keşkûl a bajarê Ceremana de, êrîşkarek hat kuştin û 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn. -
Li Sûriyeya ku ewlehî lê nîne DAÎŞ jinûve xurt dibe
HTŞ’ê nikare ewlehî û aramiyê ava bike. DAÎŞ li Dêrazor, Reqa û li ser xeta sînorê Iraqê ji nû ve xwe komî ser hev dike. Sûriye bi gefeke nû ya ewlehiyê re rû bi rû ye. -
Ji PYD'ê nerazîbûna Meclîsa Gel a Sûriyeyê: Temsîl divê wekhev be
PYD'ê têkildarî pêvajoya avakirina Meclîsa Gel a Sûriyeyê daxuyaniyek da, rêbaza diyarkirina endamên wê rexne kir û got, beşên din ên civakî bi rengekî wekhev nehatin temsîlkirin. -
Parêzgarê Hesekê û serokê Desteya Derî û Gumrikê serdana deriyê Nisêbînê kir
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û serokê Desteya Giştî ya Derî û Gumrikê serdana Deriyê Nisêbînê kir. -
Bîlançoya teqîna li Şamê: 7 kuştî û 22 birîndar
Hejmara qurbaniyên teqîna ku li paytexta Sûriye Şamê derket 7 kuştî û 22 birîndaran. -
Li Şamê teqîn çêbû: 4 kes mir û 10 kes birîndar bûn
Di teqîna li paytexta Sûriye Şamê de 4 kes mirin û 10 kes birîndar bûn. -
Gelo Xabûr bypass dibe û korîdoreke bazirganiyê ya alternatîf tê avakirin?
Sîstema nû ya gumrukê ya li Xabûrê û guhertinên bacê yên li Iraqê, ew mijar jinûve xist rojevê ku tê gotin, wê di ser Qamişloyê re korîdoreke bazirganiyê ya alternatîf a ber bi Iraqê ve bê avakirin. -
Cenazeyê 18 şehîdên ku ji Minbicê hatin veguhestin, li Kobanê hatin veşartin
Bi merasîmekê cenazeyên 18 şehîdên ji pekrewangeha şehîdan a Minbicê veguhestin pekrewangeha Şehîd Dicle a bajarê Kobanê. Di merasîmê de soza bi şehîdan re hate nûkirin. -
Li Qamişlo û Kobanê operasyonên li dijî Til Eran û Til Hasilê hatin protestokirin
Li bajarê Qamişlo û Kobanê ji bo şermezarkirina êrîş û serdegirtinên li ser bajarokên Til Eran û Til Hasilê xwepêşandanek hat li dar xistin. Di xwepêşandanê de bang li saziyên navneteweyî hat kirin. -
Şêniyên Til Eran û Til Hasilê daxwaza berdana zarokên xwe kirin
Şêniyên bajarokên Til Eran û Til Hasilê bi çalakiyeke protestokirinê de daxwaza berdana zarokên xwe yên ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yê girêdayî hikumeta demkî ve hatine girtin, kirin. -
Jinên Qamişliyê êrîşa li ser Til Eran û Til Hasilê şermezar kirin
Kongra Star a li taxeke bajarê Qamişlo kiryarên li dijî jin û welatiyên li bajarokên Til Eran û Til Hasil şermezar kir. Daxwaz ji aliyên peywendîdar kir ku rê li ber van kiryaran bigire û hesab ji kesên ku ev kiryar kirine bixwaze. -
Di êrîşa Til Eranê de zarokek li şûna bavê xwe hate girtin
Hêzên hikûmeta demkî êrişî bajarokên Til Eran û Til Hasilê li gundewarê Helebê kirin. Di sergirtinê de zarokek li şûna bavê xwe hate girtin. -
MSD’ê êrîşên Til Eran û Til Hasilê şermezar kir
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) serdegirtina malên Til Eran û Til Hasil şermezar kir û bang kir ku lêpirsînek serbixwe vebe û girtî werin berdin. -
Hêzên Parêzvanên Niştimanî yên Siwêdayê: Endamekî me birîndar bû
Hêzên Parêzvanên Niştimanî yên Siwêdayê diyar kir ku li eniya rojava ya bajêr di encama gulereşandinê de endamekî wan birîndar bûye. -
Nerazîbûna li dijî bûyera li Tileran û Til Hasil: Divê lêborîn ji neteweya Kurd bê xwestin
Hêzên hikûmeta demkî bi zêdeyî 200 wesayîtan êrişî bajarokên Til Eran û Til Hasil ê li gundewarên Helebê kirin. Hate ragihandin ku gelek welatiyên Kurd bi êşkenceyê hatin binçavkirin. Koordînasyona Kongra Star nerazîbûn nîşanî vê yekê da.