ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Kobanê 6’emîn Festîvala Şehîd Zîlan hat lidarxistin
6’emîn Festîvala Şehîd Zîlan, ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ve hatiye birêxistinkirin, li bajarê Kobaniyê bi beşdariyeke berfireh a gel dest pê kir. -
Hêzên hikûmeta demkî êrişî Til Eran û Til Hasil kirin
Hêzên hikûmeta demkî bi zêdeyî 200 wesayîtan êrişî bajarokên Til Eran û Til Hasilê li gundewarê Helebê kirin. Hate ragihandin ku gelek welatiyên Kurd bi êşkenceyê hatin binçavkirin. -
Zîlan li Rojavayê Kurdistanê hate bîranîn
Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) li bajarên Dêrik, Girkê Legê û Til Temirê yên Rojavayê Kurdistanê hate bîranîn. -
Li Kobanê Festîvala Şehîd Zîlan tê lidarxistin
Li Kobanê Festîvala Zîlan a 6'emîn tê lidarxistin. Ji amadekarên festîvalê Firyal Mistefa anî ziman ku weke ciwan wê heta dawiyê li ser xeta jin a azad bin û bi Zîlanan bigihêjin serketinê. -
'Hevrê Zîlan rêya azadî û bi rûmet nîşanî her kesî da'
Gazî Zozan Kobanê û Axîn Kobanê fermandar Zîlan bi bîr anîn û gotin, “Hevrê Zîlan rêya azad û bi rûmet nîşanî her kesî da. Zîlan ji jinan û gelê xwe re bû pêşeng û qehreman.” -
Li Siwêdayê pevçûn
Li eniya Til Hedîd ê rojavayê bajarê Siwêdayê Hêzên Parêzvanên Niştîmanî û hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi çekên navîn û giran bi hev ketin. -
Cenazeyê şervanê QSD'ê Hawar Seydo hat veşartin
Şêniyên bajarên Dêrik û Girkê Legê cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Hawar Seydo li Şehîgeha Şehîd Xebat a Dêrikê veşart û diyar kirin ku divê bi rêya berdewamkirina berxwedanê û xebata li ser pêkanîna armancên şehîdan mîrasa şehîdan were parastin. -
YPJ’ê nasnameya şehîd Xemlîn Dilbirîn eşkere kir
Fermandariya Giştî ya YPJ‘ê ragihand ku şervana wan Xemlîn Dilbirîn di 14’ê Adara 2023‘yan li Bendava Tişrînê di encama qezayeke leşkerî de şehîd bû. -
Şehîd Zîlan li Kobanê û Dirbêsiyê hate bîranîn
Kongra Star li bajarê Kobanê û Dirbêsiyê ji bo bîranîna şehîd Zîlan civîn lidar xistin. -
Nasnameya 4 şehîdan hate ragihandin
QSD'ê nasnameya 4 şervanên xwe ragihand ku di dem û deverên cuda de şehîd bûn. -
Hevkariya Zanîngeha Kobanê ya bi zanîngehên navneteweyî re xurt dibe
Şervan Mislim diyar kir ku Zanîngeha Kobanê êdî gihiştiye asta Navneteweyî û got, “Eger têbîniyên wan zanîngehan li ser peymanê bê çareserkirin, Wê êdî xal bi xal bikeve pratîkê û xwendekarên me Wê bi rehetî derbasî zanîngehên din jî bibin.” -
Droneke xwekuj li gundê Aşme da
Hate ragihandin ku droneyeke xwekuj ê nenas li gundê Aşme ya Kobanê da. -
Gulçîn Xoşmêr: Gel wê mîras û têkoşîna Zîlan veguhezîne nifşên paşerojê
Gulçîn Xoşmêr şoreşgera Kurd Zîlan bi bîr anî got, “Gelê me û jinên azadîxwaz wê mîras û têkoşîna heval Zîlan veguhezîne nifşên paşerojê.” -
Cenazeyê şervanê HRE’yê Şervan Heleb hat veşartin
Xelkê bajarê Hesekê cenazeyê şervanê HREˊyê şehîd Şervan Heleb bi merasîmekî veşart û soza şopandina rêça şehîdan û berdewama têkoşînê ji bo pêkanîna armancên wan da. -
Komeke din a dîlgirtiyên QSD’ê hat berdan
Hikumeta demkî ya Sûriyeyê îro komeke nû ya dîlgirtiyên QSDˊê berda. Diyar Hisên Mehmûd û Hesen Newaf gihîştin bajarê Qamişloyê -
Xelkê Hesekê ji bo azadiya Rêber Apo meşiya
Xelkê bajarê Hesekê bi meşeke girseyî tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kir û daxwaza pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî kir. -
Çeteyên li Serêkaniyê gef li koçberên ku dixwazin vegerin xwarin
Hemwextî destpêkirina amadekariyên vegerê re çekdarên li bajarê Serêkaniyê gefan li koçberan dixwazin vegerin dixwin. -
Şahidên Komkujiya Kobanê: Em ê wê rojê ti carî ji bîr nekin
Şahidên komkujiya Kobanê, tevî salên derbasbûyî jî nikarin êşa ku kişandine ji bîr bikin. Welatiyên ku endamên malbata xwe winda kirine û bi çavên serê xwe şahidiya komkujiyê kirine dibêjin ku ew roj di bîra wan de hê jî zindî ye. -
Komkujiya Kobanê di 11’emîn salvegera xwe de hate bibîranîn
Şêniyên Kobanê û gundewarê wî şehîdên Komkujiya Kobanê ku bi destê çeteyên DAIŞˊê di 25ˊê Hezîrana 2015ˊan de pêk hatiye, di salvegera 11ˊemîn de bi bîr anîn, mûm li ser gorên wan pêxistin û kulîk danîn ber kêlan. -
Ji bo Kurdên ku qeyda wan a nifûsê nîne, hevdîtinên hemwelatîbûnê destpê dikin
Rêveberiya Kar û Barên Sivîl a Helebê ragihand ku hevdîtinên ji bo welatiyên Kurd ên neqeydkirî dê di 28`ê Hezîranê de dest pê bikin. -
MSD: Bêyî çareseriyeke siyasî ya berfireh krîza heyî çareser nabe
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ragihand ku Sûriye niha bi krîzeke giran a aborî û jiyanê re rû bi rû ye û ev krîz li ser aramiya civakî gef e, zext û rageşiyê jî zêde dike. -
‘Xwedî li xeyalên me derkevin û ji jiyanê hez bikin'
Bi hezaran çîrokên ji bajarê Kobanê hene ku ku bi şefaqa komkujiyê re bibûn yek. Yek ji wan evîna Rodî û Perwînê ye. Herduyan maleke ji hêviyê dabûn avakirin. -
Şehîdên Komkujiyên Helincê û Kobanê hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiyên Helincê û Kobanê bi merasîmekê li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Beşdaran diyar kir ku ji bo pêkanîna armancên şehîdan ew ê têkoşîna xwe bidomînin. -
Xwendekarên herêma Cizîrê karnameyên xwe girtin
Xwendekarên bajarên herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê karnameyên xwe wergirtin û ketin betlaneyê. -
Gelê Cizîrê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo meşiyan
Xelkê bajarên Dirbêsiyê, Til Temir, Girkê Legê, Çilaxa û Zirganê bi 2 meşên cuda daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir.