ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
YPJ'ê şehadeta 2 şervanên xwe ragihand
YPJ'ê şehadeta 2 şervanên xwe ragihand û got, "Di şexsê hevrê Denîz û Gerîla de em bi hezaran şehîdên xwe bi bîr tînin ku di oxira azadiya welêt de canê xwe feda kirin." -
Ezîz Hezex: Şehîd û gazî nirxên herî pîroz in
Ezîz Hezex destnîşan kir ku Rêber Apo rola pêşengtiyê daye gaziyan û got, “Di nav Tevgera me de şehîd û gazî nirxên herî pîroz in. Bi vê zanebûnê dema mirov li mijarê dinêre tê dîtin ku rola gaziyan ji dema ne gazîbûn zêdetir e.” -
Desteya Jinan a Cizîrê entegreyî Desteya Malbat û Nifûsê hat kirin
Di çarçoveya Peymana 29'ê Çileyê ya entegrasyonê de Desteya Jinan a Cizînê entegreyî Desteya Malbat û Nifûsê ya Wezareta Kar û Barên Civakî hate kirin. -
Akademîsyenên Emerîkî serdana Kobanê kirin
Rêveberiya Xwseser a bajarê Kobanê şandeyek Emerîkayê ya ji akademisyen û pisporên têkildarî rewşa Sûriyeyê pêk tê pêşwazî kir. Şandeyê û Rêveberiya Xweser dosyayên entegrasyon û pêkanîna peymana 29ˊê Çileyê nîqaş kir. -
Şêniyên Qamişloyê: Em guhertina navên bajaran qebûl nakin
Xelkê bajarê Qamişloyê bang li hikumeta demkî ya Sûriyeyê kir ku rêzê li taybetmendên navên bajar û deverên Kurdan bigirin û got guhertina navan binpêkirina nasname û çanda Kurdî ye. -
Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Rojava hatin bibîranîn
Berxwedêrên Rojiya Mirinê (14’ê Tîrmehê) di salvegera 44‘emîn de li bajarên Rojavayê Kurdistanê hatin bibîranîn. -
Berxwedana 14’ê Tîrmehê agirê têkoşîna bi rûmet gur kir
Gaziyên Rojavayê Kurdistanê anîn ziman ku Berxwedana 14’ê Tîrmehê agirê têkoşîna bi rûmet gur kir û gotin, "Hewce ye em bi ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê xwedî li pêvajoya di pêşengiya Rêber Apo de pêş dikeve derkevin." -
Kesên ku vedigerin Efrînê ji ewlehiyê bi fikar in: Em hîn jî di nav tirsê de dijîn
Hin welatiyên ku vegeriyan Efrînê anîn ziman ku ji sala 2018’an vir ve ew rastî êşkence, gef, talan û pêkanînên xirab tên û diyar kirin ku hîn jî li herêmê ewlehî nehatiye mîsogerkirin. Şahidan bi bîr xistin ku tevî vegeran jî, rewşa tirsê berdewam dike. -
Li Derayê êrîşî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate kirin
Li bejahiya Derayê kesên ku nasnameya wan nediyar, êrîş birin ser dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn. Piştî bûyerê şer qewimî. -
Xelkê Dêrikê bertek nîşanî guhertina navên bajar û gundên Rojava dan
Xelkê bajarê Dêrik diyar kir ku ew her hewldanên guhertina navên bajar û gundên Kurdan ên Rojavayê red dikin û banga rêzgirtina li nasnameya çandî ya gelê Kurd û naskirina mafên wî kir. -
Serokê Parlamentoya Sûriyeyê hat hilbijartin
Endamên Parlamentoya Sûriyeyê di rûniştina yekemîn a li Şamê de Ebdulhemîd El Ewak wek serokê parlamentoyê hilbijart. -
Parlamentoya Sûriyeyê ya bi nîqaş civîna xwe ya yekemîn li dar xist
Parlamentoya Sûriyeyê (Meclisa Gel) li Şamê civîna xwe ya yekem li dar xist. Parlamenteran bi giştî sondxwarin. Wê Serokê parlamentoyê û endamên komîsyonê bên diyarkirin. -
Ji hilweşîna rejîma berê û vir ve li Sûriyeyê 889 kes mirin
Li Sûriyeyê mayinên ji şer mane û cebilxaneyên neteqiyayî hîn jî metirsî ye li ser jiyana sivîlan. Li gorî SOHR'ê, ji hilweşîna rejîma berê û vir ve 889 kes mirin. -
Li Sûriyeyê 4 kes mirin
Li herêmên cuda yên Sûriyeyê di encama gulereşandinê, şer û bûyeran de 4 kes mirin. -
Daniş Botan: Berxwedana 14’ê Tîrmehê bûye sembola têkoşînê
Hunermend Daniş Botan diyar kir ku ruhê 14’ê Tîrmehê di gelek qadên jiyanê de berdewam e û got, “Berxwedana Zindana Amedê nîşan da ku mirov dikare li hember zilm û zordariyê bi îrade bisekine û nirxên xwe biparêze.” -
Malbatên Til Temirê: Zarokên me serbest berdin!
Malbatên girtiyan ên Til Temirê rêya M4 ji trafîkê re girtin, daxwaza berdana zarokên xwe yên ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve dîl hatine girtin kirin û bang li saziyên navneteweyî kirin ku bi lezgînî bikevin nava tevgerê. -
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di bûyerên ku li herêmên cuda cuda yên Sûriyeyê qewimîne de, 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Efrînê cenazeyê kesekî li nav zeviyên zeytûnan hat dîtin
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand kesê bi navê Mihmed Murad di nava zeviyên darên zeytûnê yên li gundê Xelnêrê ya Efrînê de bi çekê hatiye qetilkirin. -
Senatoya Fransî: Pirsgirêkên siyasî û ewlehî yên Sûriyeyê li pêşiya aramiyê astengî ye
Komîteya Karûbarên Derve û Parastinê ya Senatoya Fransî rexne li performansa hikumeta demkî ya Sûriyeyê kir û diyar kir ku welat bi pirsgirêkên siyasî, ewlehî û mirovî re rû bi rû ye ku rê li ber aramî û ji nû ve avakirinê digire. -
Li Kobanê meşa ‘parastina navê Kobanê’: Em ê dev ji nasnameya xwe bernedin
Kampanyaya Gel a Parastina Navê Kobanê bi çalakiyeke girseyî girêdana xwe bi navê dîrokî yê bajêr re dubare kir û diyar kir ku navê Kobanê nasnameya neteweyî temsîl dike û sembola berxwedanê nîşan dide. -
Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyeyê rapora Sûriyeyê weşand
Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyeyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî serdana xwe ya li Sûriyeyê ku hefteyekê dewam kir, bi dawî kir û raporek weşand. -
'YPJ bi şehîd û birîndarên xwe piştrast kiriye ku dikare jinan û civakan biparêze'
Gazî Ezîme Kobanê diyar kir YPJ’ê di şoreşa Rojava de bi berxwedan û têkoşîna xwe, bi şehîd û birîndarên xwe piştrast kir ku dikare jinan, civakan û welatê xwe heya dawiyê biparêze. -
Di 2 teqînên Şamê de kesek hat kuştin û 31 kes birîndar bûn
Hejmara qurbaniyên teqînên Şamê bû yek kuştî û 31 birîndar, di heman demê de Wezareta Karên Hundir a hikûmeta demkî diyar kir ku delîlek hatiye dîtin ku dikare bigihêje bersûcan. -
Di navbera Zanîngeha Kobanê û Zanîngeha Haxî Zîka de protokol hate îmzekirin
Zanîngeha Kobaniyê, di çarçoveya hewldanên xwe yên ji bo berfirehkirina têkiliyên navdewletî û xurtkirina hevkariyê bi saziyên xwendina bilind û lêkolînên zanistî re, protokoleke lihevkirinê îmze kir. -
Leşkerên Tirk careke din agir berdan gundên Til Temirê
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker li gundê Ezîziyê yê dagirkerî yê Til Temirê agir vêxist. Agir berbelav derdorê bû û zerar li milkên şêniyan bû.