ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Malbatên li Girkê Legê daxwaza berdana zarokên xwe yên dîlgirtî kirin
Malbatên li Girkê Legê ku zarokên wan ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve dîlgirtî hatine girtin, li Qada Şehîd Xebat kom bûn, daxwaza berdana zarokên xwe û bicîhanîna Peymana 29’ê Çileyê kirin. -
Rêveberiyaaa Kobanê bi dîlgirtiyan re civiya
Rêveberiya bajarê Kobanê di çarçoveya şopandina rewşa dîlgirtiyan û dabînkirina pêdiviyên wan de bi dîlgirtiyên hatine berdan re civiya. -
Parêzgarê Hesekê şandeyek NYˊyê pêşwazî kir
Parêzgarê Hesekê şandeyek NY'yê bi serokatiya gerînendeya nivîsgehê li Sûriyeyê Hûma Xan pêşwazî kir. Di civînê de li ser mekanîzmeya bicihanîna projeya qeydkirina nasnameyên welatiyên Kurd ên li parêzgehê axivîn. -
Li Hesekê merasîma ji bo 2 şehîdan
Li Şehîdgeha Şehîd Dijwar a li Hesekê ji bo şehîd Xidir Casim Hisên (Elai Hesekê) û Selman Ubêd El Mihemed (Şivan) merasîm hate lidarxistin. -
Îlham Ehmed: Kurd hevparê bingehîn ê destûra bingehîn a nû ye
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser îlhlam Ehmed naverkoa civîna li Şamê ya bi Ahmed El Şara û karên entegrasyonê nirxand. -
Rojnamevan Mihemed Ebdo: Divê em mohra xwe dînin binê serketinên mezin
Rojnamevanê ji Efrînê Mihemed Ebdo bi wesîleya Roja Rojnmevanên Kurd li ser rol û karê çapemeniyê yê li Şoreşa Rojava axivî û anî ziman ku çapemeniya Kurd di Şoreşa Rojava de gavên mezin avêt, lê belê divê mohra xwe dîne binê serketinên hîn mezintir. -
Helbestvan Ehmed Huseynî di 40 rojiya xwe de hate bibîranîn
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi amadebûna kesayetên rewşenbîrî, siyasî û hunerî Ehmed Huseynî di 40 rojiya wî de bi bîr anî. -
Şehîd Salih Muslim li ser gora xwe hate bîranîn
Endamê Desteya Hevserokatiya Rêveber a PYD'ê Salih Muslim di roja 40’an a şehadeta xwe de li ser gora xwe hate bîranîn. -
Waliyê Hesekê şandeya Wezareta Dadê pêşwazî kir
Di çarçoveya xebatên entegrasyonê de Waliyê Hesekê Nûredîn Ehmed şandeya Wezareta Dadê ya hikumeta demkî pêşwazî kir. -
Êrişa li ser sembolên Kurd a li Qamişloyê: Gumanbar hate girtin
Êrişa çekdarî ya li ser ala TEV-DEM'ê ya li Xaçerêya Zorî ya li Qamişloyê, li gelek bajaran bi çalakiyan hate şermezarkirin. Hêzên ewlekariyê ragihandin ku êrişkar di demeke kurt de hate binçavkirin. -
Danûstandinên Şam-Rojava: Entegrasyon, pêşniyarên erkê û veger
Li Şamê kîjan mijar hatine nirxandin, pêvajoya entegrasyonê gihiştiye kîjan qonaxê, gavên divê li xeta Rojava- Şam bên avêtin û rewşa li herêmê mijarên herî sereke yên civînê ne. -
Bavê Welat û serdana dawî ya li Kobanê
Çend roj beriya şehadettê diçe Kobanê ku gelekî jê hez dikir û sembola berxwedanê bû. Cara dawî wê Kobanê bidîta, ku lê ji dayik bû, li cîhanê deng veda û bi hezaran fedaiyan berxwedaneke destanî kir. -
Heyet El Tensiq bertek nîşanî êrîşa li Şamê da
Heyet El Tensîq êrîşa li dijî xwepêşandanên aştiyane ya li Şamê şermezar kir û banga kongreya neteweyî kir. -
Hêzên hikêmeta demkî li ser rêya Efrîn-Helebê Kurdek revandin
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê welatiyekî Kurd dema ku ji Efrîn ber bi Helebê ve diçû revand. -
Li Reqayê mal û dikanên Kurdan tên valakirin û hilweşandin
Şaredariya Reqayê malên Kurdan yê li taxa Kurdan a li bajêr vala dike û hildiweşnîne. Şêniyan li hember van kiriyaran wê sibê çalakî li dar bixin. -
Li Kobanê komcivîna xurtkirina yekrêziyê
Li bajarê Kobanê komcivînek bi dirûşma ''Werin em ji bona yekrêziyê û dengê Kobaniyan bixebitin û "Em ji bo redkirina gotinên nefretê û tundutujiyê û parastina aştiya civakî bixebitin" hat lidarxistin. Di civînê de komîteyek ji 31 kesan hat avakirin. -
Şehîd Masîro bi merasîmekê hat veşartin
Endamê Saziya Giştî ya Gurmikê Masîro (Ehmed Elî) li Kobanê bi merasîmeke bi heybet hat veşartin. -
DAÎŞ’ê li Dêrazorê 2 êrîş pêk anîn
DAÎŞ’ê ragihand ku li bejahiya Dêrazorê ya li rojhilatê Sûriyeyê 2 êrîşên cuda pêk anîn. -
Organîzatorên xwepêşandana li Şamê: Çalakiyên me wê dewam bikin
Xwepêşandana "Qanûn û Rûmetê" ya li Şamê bi beşdariya gel û daxwazên reformê bi dawî bû. Organîzatoran diyar kir ku ew ê heta hemû daxwaz werin bicihanîn tevgera xwe bidomînin. -
Malbatên dîlgirtiyan: Em zarokên xwe dixwazin
Bi dehan malbatên dîlgirtiyan ên Qamişloyê bi çalakiyeke pirotestoyî daxwaza berdana zarokên xwe kir. -
Êrîşa li ser Şamê: 9 kes birîndar bûn
Di xwepêşandana bi navê "Qanûn û Rûmet" a li Qada Yûsif El Ezme ya Şamê de 9 kes birîndar bûn. -
Kevneşopiya ji Medan heta bi serdema îro: Çarşema Sor
Cejna Çarşema Sor li Qamişlo, Amûdê û Tirbespiyê bi çalakiyan tê pîrozkirin. Ji rûspiyên Êzidiyan Faris Şemo qala girîngiya bawerî û dîrokî ya cejnê ji bo civaka Êzidî kir. -
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Vê sibehê koçberên gundê Erîşa hewl da vegerin malên xwe, lê li ser rêya Til Temir-Serêkaniyê ligel ku hatiye vekirin jî, ji aliyê baregeha dewleta Tirk a dagirker ve hatin hedefgirtin. -
Xerîb Hiso: Yekîtiya neteweyî navnîşana me ye, divê em li gorî wê bixebitin
Hevserokê PYD'ê Xerîb Hiso anî ziman ku pêvajoya heyî gelekî hesas e, ji bo parastina paşeroja Kurdan divê kongreyeke neteweyî û yekîtiya neteweyî ya Kurdan bê avakirin. -
Parêzgerê Hesekê bi Komîteya Koçberên Serêkaniyê re hevdîtin kir
Di çarçoveya hewldanên çareserkirina pirsgirêka koçberan de Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi Parêzgarê Hesekê re rêbazên hêsankirina vegera şêniyan bo warên xwe, astengiyên ewlehî û îdarî û pêwîstiya dabînkirina vegerek ewle nîqaş kirin.