Rûspiyekî Hesekê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da

Endamê Meclisa Rûspiyên bajarê Hesekê Fayîz Şêx Namis ku bi tometa "Bermehiyên rejîmê" tevî 2 kurên xwe hatibûn girtin, di girtîgehên hikumeta demkî de jiyana xwe ji dest da. Malbata wî diyar kir ku di cenazeyê de şopên êşkenceyê hene û bertek nîşan da.

Ji rûspiyên Qebîleya Sade El Bû Selama û endamê Meclisa Rûspiyên Hesekê, Fayîz Şêx Namis di Nîsana 2025'an de tevî  du kurên xwe bi tometa " Bermahiyên rejîmê ne" hatibûn girtin.

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku Şêx Namis di dirêjahiya ragirtinê de ji pêşika xwe ve diêşiya û rewşa wî ya tenduristiyê xirab bû. Hate diyarkirin ku kurekî wî beriya çend rojan hat berdan, lê yên din hîna girtî ye.

Çavkaniyan dane zanîn ku hikumeta demkî duh cenazeyê Şêx Namis radestî malbata wî kirin, li ser cenaze şopên kulm û êşkeniyê hebûn. Malbat û xizmên wî li hemberî vê yekê bi hêrs bûn.