ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Wê nasname ji bo Kurdên bêyî nasname, bên dayîn
Wezareta Hundirîn a hikumeta demkî ya Sûriyeyê ragihand ku wê ji 6ˊê Nîsanê ve nasname ji bo kesên ku nasnameya wan tune ye derxin. -
Hejmara kesên di teqîna Hesekê de iyana xwe ji dest dane derket 6'an
Li dikaneke taxa Ezîziyê ya bejarê Hesekê teqîn çêbû. Di encama teqînê de yek jê zarok 6 kes jiyana xwe ji dest dan û kesek birîndar bû. -
Hevdîtina şandeya YPJ’ê bi Wezîrê Parastinê re bi dawî bû
Şandeya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji bo hevdîtinê li gel Wezîrê Parastinê yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê çûbû Şamê, vegeriya. -
Cenazeyên şehîd Toprak û Bahoz hatin veşartin
Ji Dêrik, Çilaxa û Girkê Legê bi hezaran kesî cenazeyên şehîd Toprak û Bahoz spartin axê. -
Şahidekî di nava êsîrbûnê de: Avdan Mehmûd
Ciwanê Efrînî Avdan Mehmûd ê ku salek 3 meh û 17 rojan li girtîgehê hate ragirtin, qala êşkence, birçîbûn û gefên kuştinê yên rû bi rû mane, kir. -
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li bejahiya Idlib û Şamê di 2 bûyerên cuda de 2 ciwan hatin kuştin. -
Li Heleb û Efrînê meha Adarê 13 kes hatin kuştin
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku komên ser bi hikumeta demkî û dewleta Tirk meha Adarê li Efrîn û Helebê 13 kes qetil kirin. -
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Abdî û Parêzgarê Hesekê, Cejna Ekîto pîroz kirin
Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî û Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed Cejna Ekîto li gelê Keldanî-Suryanî-Asûrî û tevahî pêkhateyên herêmê pîroz kirin. -
Şêniyên Dirbêsiyê 68 şehîd bibîranîn
Şêniyên Dirbêsiyê 68 şehîdên ku di mehên Çile, Sibat û Adarê de li dever û demên cuda şehîd bûne, bi bîr anîn. -
QSD'ê nasnameya 12 şehîdan eşkere kir
QSD'ê nasnameya 12 şervanên xwe eşkere kir, ku Çileya îsal di êrişên komên ser bi hikumeta demkî de şehîd bûn. -
Waliyê Hesekê li Şamê bi rayedarên hikumetê re hevdîtin kir
Waliyê Hesekê Nûreddîn Ehmed bi hin wezîr û rayedarên hikumeta demkî ya Şamê re hevdîtin kir. -
Şam peymanê bi cih nayne
Peymana QSD-Şamê meha xwe ya duyemîn li pey xwe hişt. Dorpêça li ser Kobanê hîn bi temamî nehatiye rakirin; 601 kes hîn dîlgirtî ne, Şam xwe ji hin gundên Kurdan venakişîne û statuya YPJ'ê jî qebûl nake. -
Li Kobanê 2 malbat li hev hatin
Komîteya Lihevanînê û Rêveberiya Xweser a bajarê Kobanê du malbat piştî 13 salan ji pirsgirêkan li hev anîn. -
Egîd Efrîn: Gelê Kurd bi hevgirtinê dikare hemû êrîş û komployan pûç bike
Yek ji rêveberên Akademiya Şehîd Deştî ya Gaziyan Egîd Efrîn diyar kir gelê Kurd bi yekrêzî û hevgirtinê dikare hemû êrîş û komployan pûç bike û got, “Aqil, tecrûbe û kabiliyeta Kurdan ji hemû plan, komplo û projeyên xêrnexwaz mezintir e.” -
Li Efrîna dagirkirî birîna daran dewam dike
Darên li daristanekî li nêzîkî gundê Tirind ê gundewarê Efrînê ji aliyê komên ku li kampa "Kiwêt El Rehma" dimînin ve tên birin. -
YPJ’ê nasnameya 3 şervanan ragihand
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) diyar kir ku şehîd "Toprak Denîz, Hêzil Tolhildan û Cûdî Rohilat bi sekna xwe ya şerker û vîna xwe ya ji pola, di meşa azadiyê de ti carî ji pîvanên heqîqetê tawîz nedan" -
Bi droneyan êriş li ser baregeha koalîsyona navneteweyî hate kirin
Bi droneyan êriş li ser baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya Qesrîkê hate kirin ku li bejahiya Hesekê ye. 2 droneyên bombebarkirî hatin xistin. -
Gaziyan şehîdên Hefteya Qehremaniyê bi bîranîn
Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîdên Hefteya Qehremaniyê bi bîr anîn û soza parastina nirxên Şoreşa Rojava dan. -
Li zanîngeha Kobanê ezmûn ji 2 hezar xwendekaran re tê kirin
Li zanîngeha Kobanê ezmûna werza yekemîn a xwendekarên ji hemû beşan tê kirin. -
Çete ji malên Kurdan dernakevin
Ji bo vegera Efrîniyan ji Qamişlo ber bi Efrînê ve daxwaza vekirina korîdorekê hat kirin lê Şamê ev daxwaz red kir. Hat pêşniyarkirin ku ji bo ewlehiyê, tugayeke şervanên Kurd ji bo demekê li Efrînê bê avakirin. Li Serêkaniyê jî çete malên gel vala nakin. -
Çeteyan li Siqêlbiyê yê Hemayê êrîşê gel kirin
Komek çekdarên ji gundewarê bajarê Siqêlbiyê yê Hemayê ku piranî şêniyên wê Xiristiyan in derbasî taxan bûn, êrişî welatiyan kir û agirbazî avêtin. -
Rojnamevanên Erfîn: Êrîşên li ser Newrozê di medyayê de hat paşguhkirin
Hejmarek rojnamevan û çalakvanên medyayê yên ji Efrînê diyarkirin ku êrîşên di dema Newrozê de li dijî Kurdan ji aliyê medyaya fermî û alîgirê hikûmetê ve hatiye paşguhkirin û ev gotinên provokator xurt kiriye. -
Li Qamişloyê ji bo bîranîna Yekta Herekol şanoyek hat pêşkêşkirin
Komîna Şano ya Rojava bi boneya Roja Şano ya Cîhanî û 22ˊyemîn salvegera şehadeta şanoger Yekta Herekol li bajarê Qamişloyê şano pêşkêş kirin. -
Fermandar Egîd li Kobanê hat bibîranîn
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê û Tevgera Ciwanên Şoreşger Fermandar Egîd ˊMahsûm Korkmazˊ bi pêxistina mûman bi bîr anî. -
Şehîd Egîd û Harûn Hesekê bi merasîmekê hatin veşartin
Şervanên QSD'ê şehîd Harûn Hesekê û şehîd Egîd bi merasîmekê hatin veşartin.