Li Siwêdayê du dilgirtî hatin qetilkirin

SOHRˊê daxuyand ku demek berê di kemînekê li gundê Berd ê Siwêdayê de 2 endamên Hêzên Parêzvanên Niştîmanî hatibûn kuştin û 2 endamên ji yên dîl hatibûn girtin jî hatine kuştin û aqûbeta yên dîtir hîna nediyar e.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SHOR), ragihand ku 2 endamên Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê ku demeke berê di kemînekê de li gundewarê Siwêdayê de hatibûn girtin hatine kuştin. Bi wê re hejmara kuştiyên wê bûyerê derketa 4 kesan û aqûbeta yên din hîna nediyar e.

Li gorî SHORˊê, ev her 2 endam li kêleka hinên din di 19'ê Adarê di kemînekê de ku tê texmînkirin ku hêzên hikumeta demkî li dijî dewriyeya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî li rojavayê gundê "Berd"ê pêk anîbû hatin dîlgirtin.

Di wê kemîn de 2 endam di êrişê de hatin kuştin û ji dîlgirtiyan ev her du endam jî hatine kuştin.