Parêzgarê Hesekê û Wezîrê Veguhastinê li hev civiyan
Parêzgarê Hesekê û wezîrê veguhastinê rewşa rê û binesaziyê û pirsgirêkên sektora veguhastinê nîqaş kirin.
Parêzgarê Hesekê û wezîrê veguhastinê rewşa rê û binesaziyê û pirsgirêkên sektora veguhastinê nîqaş kirin.
Li gorî malpera fermî ya Parêzgariya Hesekê, parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed îro bi wezîrê veguhastinê Yarûb Bedir re civiya. Di civînê de rewşa rê û binesaziyê ya parêzgehê, pirsgirêkên li pêşiya xebatên Rêveberiya Veguhastinê gotûbêj kirin.
Her du aliyan girîngiya pêşxistina mekanîzmayên kar û baştirkirina asta xizmetên ji welatiyan re vegot.
Di civînê de, planên ji bo sererastkirin û nûjenkirina rêyên sereke yên parêzgehê, ji nû ve aktîfkirina sektora rêyên hesin ji bo vejandina veguhastinê û piştgiriya aboriyê hatin nîqaşkirin.
Parêzgarê Hesekê xwest wezîrê veguhastinê û karmendên têkildar serdaneke meydanî pêk bînin da ku agahiyan li ser rewşa binesaziyê nas bikin û hewcedariyan destnîşan bikin.