ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Mazlum Ebdî li Kobanê bi partiyên Kurd re hevdîtin kir
Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî bi komek partiyên Kurdî yên bajarê Kobanê re pêşdeçûnên dawî yên girêdayî pêkanîna peymana 29ˊê Çileyê, girîngtirîn pirsgirêk û pêşketinên di pêkanîna peymanê de nîqaş kirin. -
Şaredara Kobanê Almaz Romî dest bi peywira xwe kir
Şaredara Kobanê Almaz Romî bi beşdariya cîgirê serokatiya şaredariyê Ebdulxenî Muslim û endamên Meclisa Rêveber a Şaredariyê dest bi peywira xwe kir. -
Li Qamişloyê ji bo şehîdan merasîm hat lidarxistin
Bi beşdariya hezaran kesan cenazeyê 5 şervanên QSD û YPG’ê hatin veşartin û ji bo 8 şervanên merasîma giyabî hat lidarxistin -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî ragihand
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn "Asayîş" a Parêzgeha Hesekê nasnameya endamekî xwe yê şehîd ragihand û soza bilindkirina têkoşînê û parastina nirxên şehîdan da. -
Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê paşve gav avêt: Pênaseya 'Ereb' hate rakirin
Piştî bertekên tund ên Kurdan û Rêveberiya Xweser, Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê pênaseya "Erebê Sûrî" ku di tomarên nifûsê de cih digirt guhart û wekî "Sûrî" tomar kir. -
Li Kobanê ji bo 5 şervanên azadiyê merasîm hat lidarxistin
Şêniyên Kobanê bi merasîmeke bi heybet 3 şervanên YPJ’ê veşartin û du şehîd jî bibîr anîn. -
Pevguhertina dîlgirtiyan ji bo hefteyekê hate taloqkirin
Pevguhertina dîlgirtiyan a navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê ji bo hefteyekê hate taloqkirin. -
Li Rojava malbatên dîlgirtiyan li benda xizmên xwe ne
Di çalakiyên ku bi rojane li gelek bajarên Sûriyeyê û Rojava didomin de daxwazeke tenê ya hevpar heye; serbest berdana dîlgirtiyan. Di nava gef, fikar û hêviyan de bendewariya malbatan didome. -
Li Qamişloyê çalakî: Dilgirtiyan serbest berdin!
Malbatên dîlgirtiyan, nûnerên sazî û xelkê bajarê Qamişloyê li pêş avahiya Komîseriya NYˊyê kom bûn, daxwaza tavilê ya berdana dîlgirtiyên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê kir. -
Îlham Ehmed û hikûmeta demkî li ser rola jinan û dîlgirtiyan nîqaş kirin
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bi Wezîra Kar û Barên Civakî ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê Hind Qebewat re li Hesekê li ser statuya rêxistinên jinan, rola jinan di hikûmeta nû de û rewşa dilgirtî û koçberan nîqaş kirin. -
Artêşa Tirk gundê Amûdê gulebaran kir
Artêşa Tirk bi qasî nîv saetê gundê Behîra yê li rojavayê Amûdê gulebaran kir. -
Malbatên girtiyan li ber avahiya NY'ê ya li Qamişloyê çalakî kirin
Dost û malbatên dîlgirtiyên ku ji aliyê hikûmeta demkî ve hatine girtin li ber avahiya Komîseriya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li taxa Siyahî ya bajarê Qamişloyê çalakiyek li dar xistin û daxwaza berdana bilez a dîlgirtiyan kirin. -
Bi merasîmeke bi heybet cenazeyên 3 şervan hatin veşartin
Li bajarên Dêrik û Girkê Legê bi sedan şênî ji bo veşartina cenazeya şehîd Solîn Rojhilat, Rûken Botan û Mîtan Welat li hev kombûn. -
Li Dirbêsiyê dest bi qebûlkirina serlêdanên Kurdên neqeydkirî hat kirin
Daîreya Qeyda Rewşa Sivîl a Dirbêsiyê deriyê tomarkirina Kurdên ku di 1962ˊan de ji hemwelatîbûna Sûriyeyê hatibûn mehrûmkirin, vekir. -
Şandeyek ji wezareta tenduristiyê û UNICEF'ê serdana Kobanê kir
Şandeyek ji wezareta tenduristiyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û UNICEF'ê serdana Rêveberiya Xweser a Kobanê kir. -
Şehîd Zagros Berkevirê bi merasîmekê hat veşartin
Şervanê QSD'ê Zagros Berkevirê (Rêzan Oso) bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya Dirbêsiyê hat veşartin. -
Fermandar û pêşengê Şoreşa Rojava Nûreddîn Sofî hate bîranîn
Fermandar û pêşengê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê Nûreddîn Sofî di salvegera 5'emîn a şehadeta xwe de li ser gora xwe hate bîranîn. Bi hezaran kes tevlî bîranînê bûn. -
Xizmên dîlgirtiyan li Hesekê meşiyan
Malbatên dîlgirtiyan ji bo berdana xizmên xwe li Hesekê meşiyan. -
YPG: Fermandar Nûreddîn Sofî li tevahiya Kurdistanê têkoşiya
YPG’ê di salvegera 5’emîn a şehadeta Nûreddîn Sofî de ew bi bîr anî û got, li tevahî Kurdistanê li dijî êrîş û polîtîkayên tunekirinê têkoşiya. -
'Nûreddîn Sofî bi jiyan û têkoşîna xwe bû sembola Şoreşa Rojava'
Gazî Laleş Êzidî di salvegera 5'emîn a şehadeta fermandar Nûreddîn Sofî de qala jiyan û têkoşîna wî kir û anî ziman ku ew bû sembola Şoreşa Rojava. -
Malbatên şehîdan li Çilaxa û Dêrikê 4ˊê Nîsanê pîroz kirin
Di çalakiyên li Çilaxa û Dêrikê de Rojbûna 77ˊemîn a Rêber Apo hate pîrozkirin û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî hat kirin. -
Li Jinwarê rojbûna Rêber Apo û damezrandina YPJ'ê hat pîrozkirin
Li gundê Jinwar ê bajarê Dirbêsiyê Rojbûna Rêber Apo û damezrandina YPJˊê bi girseyî hat pîrozkirin. -
'Komeke din a ji koçberan wê 8'ê Nîsanê vegere Efrînê'
Çavkaniyên ji Meclîsa Koçberan a Efrîn-Şehbayê ragihandin ku komeke din a ji koçberan wê 8'ê Nîsanê vegere Efrînê. -
Malbatên dîlgirtiyan bi daxwaza azadiya xizmên xwe meşiyan
Malbatên sivîl û şervanên QSD'ê yên ji aliyê çekdarên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve dîl hatin girtin, bi daxwaza berdana xizmên xwe ber bi nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişloyê meşiyan. -
Barîn Kobanê: Azadî nêz bûye
Endama Fermandariya YPJ’ê ya bajarê Kobanê Barîn Kobanê diyar kir ku jinan bi Şoreşa Rojava re parastina maf û gelê xwe kir û got, divê têkoşîn hîn bêhtir were xurtkirin.