Şandeyek ji wezareta tenduristiyê û UNICEF'ê serdana Kobanê kir

Şandeyek ji wezareta tenduristiyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û UNICEF'ê serdana Rêveberiya Xweser a Kobanê kir.

Şandeyek ji wezareta tenduristiyê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê û Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNCEF) serdana bajarê Kobanê kir.

Şandeya ku ji rêveberê qada tenduristiyê yê parêzgeha Helebê  û Şamê û nûnerên UNCEF'ê pêk dihat, ji aliyê Meclisa Rêveber a bajarê Kobanê û nûnerên saziyên tenduristiyê yên bajar ve hat pêşwazîkirin.

Di serdanê de rewşa tenduristî û mirovî  ya Kobanê û mijara aşlekirina zarokan hatin nîqaşkirin.

Hate gotin, pêngaveke berfireh a aşlekirina zarokan dê di çend rojên pêş de dest pê bike û heya 22'ê Nîsanê dewam bike. Di serdanê de girîngiya pêşxistina hemahengiyê di warê piştgiriya şêniyên di qada tenduristiyê de, başkirina rewşa tenduristiyê, çareserkirina pirsgirêkan û serxistina pêvajoya entegrasyonê di hemû qadan de hat vegotin.