ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Agirê Newrozê li hemû bajarên Rojava hatin pêxistin
Agirê Newrozê li hemû bajarên Rojava bi coşeke mezin hatin pêxistin. Gel li dora agir bi stranên şoreşgerî govend gerandin. -
Konên koçberên Waşûkanî di bin avê de man
Ji ber barana dijwar konên koçberên li kampa Waşûkanî ya li gundewarê Hesekê di bin avê de man. Koçberan ji bo peydakirina alîkariyan û sivikkirina êşên wan banga destwerdana lezgîn kir. -
Li çar bajarên Rojava pîrozbahiyên Newrozê hate taloqkirin
Komîteya Amadekar a Newrozê ragihand ku li bajarên Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê û Tirbespiyê pîrozbahiyên Newrozê ji bo 24'ê Adarê hatiye taloqkirin. -
Li Rojava ji ber şert û mercên hewayê pîrozbahiyên Newrozê hatin taloqkirin
Li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê, ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê pîrozbahiyên Newrozê hatin taloqkirin. -
Piştî êrişa li ser Durziyan Îsraîlê li binesaziya hikumeta demkî xist
Artêşa Îsraîlê "Weke bersiva li êrişên li ser sivîlên Durzî" ji hewayê bombe li hedefên binesaziyê yên hikumeta demkî ya Sûriyeyê barand. -
Xelkê Rojava destpêkê cejna şehîdan pîroz kir
Bi wesîleya cejna Remezanê xelkê Rojava çû serdana pakrewangehên şehîdan. -
Newroz û berxwedana berdewam a Kurdan
Kevneşopiya berxwedanê ya Kurdan ku di seransera dîrokê de pêş ketiye, heta roja îro bi sembola Newrozê re girêdayî dewam dike. -
Li Qamişloyê agirê Newrozê tevî baranê jî hat pêxistin
Xelkê taxa Kornîş a bajarê Qamişloyê di bin baranê de agirê Newrozê pêxistin, li ber stranan govend gerandin. -
Kongra Star Cejna Newroz û Remezanê pîroz kir
Kongra Star Cejna Newroz û Remezanê pîroz kir û got: "Em hêvî dikin ev Cejna Newroz û Remezanê, bibe destpêka demeke nû ku jin di Sûriyeyê de azad bijîn.” -
300 dilgirtî li Hesekê hatin pêşwazîkirin
Komeke din a ji 300 dîlgirtiyên ku ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve hatine girtin ku ji bajarên curbicur ên wekî Hesekê, Qamişlo, Şedadê, Kobanê, Efrîn, Dêrazorê, Reqa û Tebqayê ne, gihîştin bajarê Hesekê. -
Hikûmeta demkî li Siwêdeyê 7 kes kuştin
Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştimanî yên Siwêdeyê, ragihand ku di êrîşên hikûmeta demkî de 7 kes hatine kuştin, 4 kes birîndar bûne û 19 kes jî hatine revandin. -
Li Kobanê qada Newrozê tê xemilandin
Li Kobanê qada Newrozê bi alên rengîn tê xemilandin û ji bo pîrozbahiya bi heybet tê amadekirin. -
Li Hesekê pevguhertina dîlgirtiyan
Li bajarê Hesekê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê êsîr bi hev tên guhertin. Hate ragihandin ku pevguhertin di çarçoveya peymana 29'ê Çileya 2026'an de tê kirin. -
Kampanya îmzeyan a Kongra Star a ji bo girtiyan bi dawî bû
Kampanya îmzeyan a Kongra Star ji bo aqûbeta girtiyan û kesên winda dabû destpêkirin, qediya. Îmzeyên hatin komkirin radestî saziyên navneteweyî yên pêwendîdar hatin kirin. -
Ji TEV-DEM'ê peyama ji bo Newrozê û Cejna Remezanê
TEV-DEM'ê cejna Remezanê û Newrozê di serî de li gelê Kurd li hemû gelan pîroz kir û diyar kir ku pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo aştî û aramiyê girîng e. -
Li Şamê karesata lehiyê
Piştî barana dijwar asta ava çemê Yezîd bilind bû û malên li taxên Berze û Hemamê yên Şamê di bin avê de man. -
Li Kobanê amadekariyên cejnên Newroz û Remezanê
Xelkê Kobanê dibêjin ku bi rihê berxwedanê ew ê Newroza xwe û cejna xwe ya Remezanê pîroz bikin. -
'Divê nêrîn û daxwazên me yek bin'
Beşdarên konferansa jinan diyar kirin ku Sûriye di pêvajoyeke hesas re derbas dibe û destnîşan kirin ku ji bo parastina destketiyan divê ew jin yekîtiya xwe ava bikin. -
Coşa Newrozê li Rojava dewam dike
Gel li bajarên Hesekê, Til Temir, Çilaxa, Girkê Legê û Amûdê yên Rojava, bi meşaleyan agirê Newrozê pêxistin. -
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29ˊê Çileyê ya navbera QSDˊê û hikumeta demkî de komeke din a dîlgirtiyên li gel hikumeta demkî tê berdan. -
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn: 8 sal in dagirkerî û binpêkirin didomin
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê di salvegera 8ˊan a dagirkirina Efrînê de bang li aliyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku dagirkeriyê bi dawî bikin, vegera ewle û birûmet a koçberan misoger bikin û sînorekê ji siyasetên guhertina demog -
Mazlûm Ebdî û nûnerê Hikûmeta Demkî li hev civiyan
Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî û nûnerê hikumeta demkî Ziyad El Ayiş bi amadebûna Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bicihanîna bendên peymana 29ˊê Çileyê bi taybet vegera koçberan nîq -
Kantona Cizîrê bi wesîleya Newroz û Remezanê efûya biryara efûya giştî da
Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê bi boneya cejna Newrozê û Remezanê efûyek giştî derxist. -
Di salvegera 8’an a dagirkirina Efrînê de li Rojava çalakiyên protestoyî
Di salvegera 8’an a destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê de, li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. -
Li Çelebiyê gel berê xwe da qada Newrozê
Ji Çelebiyê û derdor gel ji bo şahiya Newrozê berê xwe da gundê Reqasê.