Li çar bajarên Rojava pîrozbahiyên Newrozê hate taloqkirin

Komîteya Amadekar a Newrozê ragihand ku li bajarên Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê û Tirbespiyê pîrozbahiyên Newrozê ji bo 24'ê Adarê hatiye taloqkirin.

Komîteya amadekar a Newrozê ji bo şahiyên Newrozê yên li herêma Cizîrê daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişloyê hat xwendin. Endama komîteyê Şêrîn Dawûd daxuyanî xwend.

Komîteyê ragihand ku dê di 21’ê Adarê de li bajarên Dêrik, Amûdê û Girgê Legê yên herêma Cizîrê Newroz bê pîrozkirin.

Li bajarên Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê û Tirbespiyê pîrozbahî taloq bûn, wê li wan bajaran Newroz 24’ê Adarê saet di 11.00’an de li cihên hatibûn diyarkirin bê pîrozkirin.